Xwede di Tewrat, Zebûr, Încîl

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Xwedê hezkirin e. "Xwedê hezkirin e" (Yûhenna I, 4:16). Ew ji hemû mirovên vê dinyayê hez dike (Yûhenna 3:16). Xwedê dizane ku hemû mirov gunehkar in, lê dîsa jî ji wan hez dike û dixwaze wan xilas bike (Romayî 5:8, Tîmotêyos I, 2:4). Beriya ku mirov ji wî hez bike, wî ji me hez kiriye: "Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir" (Yûhenna I, 4:10). Ew "Xwedayê aştî û hezkirinê" ye (Korîntî II, 13:11).

Xwedê ronahî ye. "Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune" (Yûhenna I, 1:5). Ew "Bavê ronahiyê" ye (Aqûb 1:17). Li ba Xwedê tu taristanî û tu tiştê ku ne paqij e, tune. Ew bi tevahî rast û dilsoz e û "Xwedayê ku derewan nake" ye (Tîtos 1:2).

Xwedê şexsiyet e. Xwedê ne ‹tiştek› e, ne ‹hêzek› e, an jî ne ‹bandûrek› e. Ew yekî ku xwe bi awayekî zindî û zatek şexsî nîşan dide ye; ew difikire, pê dihese, dixwaze û dilive. Lê belê ew ne yekî ku bi tenê ‹yê li ezmên› e, an jî cûreyekî ‹pêlewanan› e. "XUDAN Xwedayê rast e; Xwedayê zindî û padîşahê herheyî ew e" (Yêremya 10:10).

Xwedê yek e. Bi tenê Xwedayek rastîn heye. Ew dibêje: "Yê pêşî û yê paşî Ez im, ji min pê ve Xwedê tune" (Îşaya 44:6).

Xwedê afirandarê her tiştî ye. Yê ku erd û ezmên û her tiştê tê dîtin û nayê dîtin afirandin, Xwedê ye. "Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin" (Tewrat: Destpêkirin 1:1). "Erd û ezman bi peyva Xwedê hatine damezrandin, wusa ku tiştên tên dîtin ji tiştên nayên dîtin çêbûne" (Îbranî 11:3). "Ezman textê min e û erd pêgeha min e. Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e? Ma ne destê min ev hemû tişt çêkirine?" (Îşaya pêxember 66:1-2).

Xwedê ruhanî ye. Dirûvên Xwedê yên cismî (fîzîkî) tunin. Beden, dirûv û babetên wî yên ku em bi têgihîştin şîrove bikin, tunin. "Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî" (Yûhenna 4:24). Mana vê ev e ku Xwedê nayê dîtin. "Tu caran tu kesî Xwedê nedîtiye" (Yûhenna 1:18). Hem jî mana vê ew e ku Xwedê di eynî demê de ne li derek tenê ye, lê di her demê de li her derê ye: "Ma erd û ezman ne bi min tije ne?" (Yêremya pêxember 23:24). Mana vê ew e ku Xwedê her tiştê ku li her derê çêdibe, gelek qenc dizane. Ne bi tenê tiştên ku mirov dike û dibêje, lê tiştên ku mirov di serê xwe de difikire jî, dikevin nav vê yekê. "Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê wî yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye" (Îbranî 4:13).

Xwedê bê dawî ye. Qet destpêka Xwedê tune: "Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî" (Zebûr 90:2). Tu dema ku Xwedê nebû, çênebûye û çênabe jî. Xwedê weha xwe dide naskirin: "Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê" (Peyxama Yûhenna 1:8). Û her û her jî ew eynî ye: "Ez XUDAN, ez naguherim" (Melaxî 3:6). Xwedê hê û hê, her dem yê ku hebû û heye ye û ewê her dem eynî bimîne jî.

Xwedê ser bi xwe ye. Hemû afirînên din ên ku dijîn, bi mirovan ve, an jî bi tiştnan ve û di dawiyê de bi Xwedê ve girêdayî ne. Lê Xwedê bi tevahî azad e û qet hewcedariya wî tune. "Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e." (Karên Şandiyan 17:25)

Xwedê pîroz e. "Ew di pîroziyê de mezin û di rûmetê de tirsdar e" (Derketin 15:11). Qet tu tişt nikare bi pîroziya Xwedê re bê hemberkirin. Ew bi tevahî bê kêmahî û bê qisûr e. "Tu kes wek XUDAN ne pîroz e" (Samûêl I, 2:2). Kitêba Pîroz li ser wî dibêje: "Çavên te ji nêrîna xerabiyê paqij in û tu nikarî neheqiyê ragirî" (Habaqûq 1:13). Ev Xwedayê pîroz ji her yek ji me jî pîroziyê dixwaze. Emrê ku ew li me dike, ev e: "Pîroz bin, çimkî ez pîroz im" (Petrûs I, 1:16).

Xwedê rast û dadperwer e. Kitêba Pîroz dibêje ku "XUDAN, Xwedayê dadperweriyê ye" (Îşaya 30:18) û "rastdarî û dadperwerî bingehê textê wî ye" (Zebûr 97:2). Xwedê ne tenê Afirandar û debirandarê me ye (yê ku me xweyî dike), lê belê dadgerê me ye jî yê ku di rastiyê de bi dadperweriyeke bêkêmahî xelat dide û ceza dike. Dîwana wî rast e û tu caran tu kes nikare li ser vê yekê bikeve peyivînê, an jî bêje: Neheqî li min bû!

Xwedê bê qisûr e. Zanîna wî temam e. "Tu afirîn tune ku ji wî veşartî be. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye" (Îbranî 4:13). Xwedê her tiştî dizane, tiştên derbasbûyî, yên niha û tiştên ku bên dizane. Ew hemû fikirîn, peyv û kirinên me dizane (Zebûr 139:7-10). Şehrezayiya wî bê kêmahî ye û bi tevahî ji fêmdariya me wêvetir e. "Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!" (Romayî 11:33).

Xwedê serwer e. Ew serwerê gerdûnê ye, yê herî mezin û yê tenê ew e. Qet tiştekî ne di destê wî de tune. "Li erd û ezmên, XUDAN her tiştê ku dixwaze, dike" (Zebûr 135:6). Ji bo Xwedê rasthatinî û şaşmayîbûn tunin. Dîroka dinyayê ew dinivîse û ew "her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike" (Efesî 1:11). Ji bo tiştê ku dixwaze bike, hewcedariya wî bi şîret û erêkirina tu kesî tune. Çaxê tiştek li wî xweş tê ku bike, tu kes nikare ji wî re bibe asteng. "Tu kes tune ku destê wî bisekinîne, an jê re bêje: Tu çi dikî?" (Daniyêl 4:35).

Hêza Xwedê têra her tiştî dike. Xwedê Karîndarê her tiştî ye. Ew li ser xwe weha dibêje: "Va ye, ez XUDAN Xwedayê hemû mirovan im. Ma ji bo min tiştekî ku nekare çêbe heye?" (Yêremya 32:27). Mana vê ne ew e ku Xwedê dikare derewan bike, xwe biguhere, xeletiyan bike, an jî xwe înkar bike; lê tiştên ku li gor karakterê (xasetiya) wî ne, kîjanê bixwaze, dikare bike.

Xwedê di Qurana pîroz de[edit]

Xweda di Quranê de Nod û Neh navên xwe gotiye. Her navekî Wî salix li ser gewşîneka Wî dide.

Mînak: Ellah, Xwedayê tek û bê şêrîk, Hay, Yê ku Jiyanê dide, Xaliq, Yê diafirrîne, Alim, Yê ku her tiştî dizane.

Ev peyv bingeha xwe ji peywa xwedanî, xwedi tistek bun distine. (wek malik, sahip meriv dikare zelal bike.


Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA - 1