Wergera nivîskên Bêstûnê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ji Bêstûnê: Taswîrkirina serhildêrên ku bûbûn bendeyên Daryûs ji Gomada yê li bin piyê Daryûs ber bi rastê ve navê serhildêran:
1. Gomada, yê magî (herwiha medî bû)
2. Açîna, yê elamî
3. Nîdîntu-Bêl, ê babîlî
4. Martiya, yê persî
5. Frevertîş, ê medî
6. Şîçataxma, yê sagartî
7. Vahyazdata, yê persî
8. Araxa, yê ermenî li babîlê
9. Frada, yê margawî
10. Skunxa, serkirdeyê îskîtî[1][2]
Wêneyekî nûjen yê nivîskên Bêstûnê
Nivîska orijînal a stûna yekem (beşên 1-15), ev wêne di sala 1881'ê de ji aliyê Friedrich von Spiegel ve hatiye çêkirin

Stûna yekem[edit]

Agahdarî: Bernavên Daryûs û mezinbûna împeratoriya wî[edit]

  • (Benda 3'yan) Şah Daryûs dibêje: Lewma ji me re dibêjin Hexamenîşî; ji demên kevnare ve em bûbûn zadegan; ji demên kevnare ve xanedana me xwediyê şahîtiyê bû.
  • (Benda 4'an) Şah Daryûs dibêje: Heşt ji xanedana me berî min şah bûn. Ez yê nehemîn im. Em her neh pey hevdu re bûne şah.
  • (Benda 7'an) Şah Daryûs dibêje: Ev welatên ku di bin desthilatdariya min de ne; bi rûmeta Ahûramazda ew bûne welatên desthilatdariya min; wan ji min re bac anîn. Birêvebirina hemûyan ji aliyê min ve hate kirin, bi şev an jî bi roj, ji min re xebitîn.
  • (Benda 8'an) Şah Daryûs dibêje: Di nav van welatan de, her kîjan welat heval bû min birastî ew parast û her kîjan welat dijmin bû min ew bi tevahî rûxand. Bi rûmetiya Ahûramazda van welatan hikûmdariya min pejirand; weke ku ew ji aliyê min ve tên birêvebirin, wisa pêk hat.

Kuştina Bardiya û Serhildana Gomada[edit]

Daryûs û li bin piyê wî Gomada li erdê dirêjkirî ye
  • (Benda 10'an) Şah Daryûs dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme şah pêk hat. Kurekî Kûruş, yê bi navê Kambîz, yê ji xanedaniya me berî min li vir key bû. Birayekî Kambîz yê bi navê Bardiya hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kambîz bûn. Piştre, Kambîz Bardiya kuşt. Hinga Kambîz, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kambîz çû Mudrayayê. Dema Kambîz di nava Misirê de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welat , li Persiya û Medya û satrapiyên din jî.
  • (Benda 11'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li Payşiyavada (Paišiyâuvâdâ)[3], li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha Viyaxana (11'ê adarê) de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me , kurê Kurûş û birayê Kambîz im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kambîz serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya , herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha Garmapada (1'ê tebaxa 522'ê b.z.) de wî keyanî zemt kir. Piştre Kambîz ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.
  • (Benda 13'an) Şah Daryûs dibêje: Ti kes nîn bû, ne persiyek ne mediyek ne jî yekî ji xanedaniya me ku keyaniyê ji destê Gomada yê magî bistîne. Mirov ji wî pir ditirsîn, ji bo ku wî gelek mirovên ku Bardiyayê rastî nas dikirin kuştibû. Ji ber vê sedemê wî ew kuştibûn, lewma di got "belkî mirov nizanibin ku ez ne kurê Kûruş, Bardiya me". Heta ez ne hatim, ti kes nîn bû ku li dijî Gomada yê magî wêrek be û derkeve hemberê wî. Min ji Ahûramazda re dia kir; Ahûramazda alîkariya min kir. Di roja dehem a meha Begadayîş (29'ê rezberê) de min , bi hindik zilaman re, Gomadamagî û serkirde yên bi wî re kuştin. Li keleha Sîkayauvatîş a Nîsiya ya li herêma Medya ew kuşt; min desthilatdariya wî têk bir. Bi rûmetiya Ahûramazda ez bûme şah; Ahûramazda keyanî da min.
  • (Benda 14'an) Şah Daryûs dibêje: Min keyaniya ku ji destê me hatibû stendin, dîsa bidest xist û ji nû ve li ser bingeha wê damezrand. Min perestegehên ku Gomada yê magî xera kiribûn û mêrgeh, û cihên ku mirov lê dijîn û malên ku Gomada yê magî desteser kiribûn, ji bo mirovan nû kirin. Min mirov li cihên wan niştecih kirin , mirovên Persiya û Medya û yên satrapiyên din. Min ew restore kirin mîna rewşa berî desteserkirinê. Min ev bi rûmeta Ahûramazda kir, ez xebitîm heta min xanedaniya me weke rojên berê damezrand; ez xebitîm , bi rûmeta Ahûramazda, lewma Gomada yê magî nekarîbû desthilatdariya mala me têk bibe.

Serhildanên Açînayê Elamê û Nîdîntu-Bêlê Babîlê[edit]

  • (Benda 16'an) Şah Daryûs dibêje: Piştî ku min Gomada yê magî kuşt, zilamekî bi navê Açîna, kurê Upadarma, li Elamê serhildanek da destpêkirin û ji mirovên li Elamê re digot: Ez keyê Elamê me. Lewma mirovên Elamê bûne serhildêr, û ew li pey Açîna çûn: ew li Elamê bû key. Û zilamekî Babîlî yê bi navê Nîdîntu-Bêl, kurê Kîn-Zêr, li Babîlê serhildanek da destpêkirin: wî ji mirovan re derew kir û digot, Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta[4]. Piştre hemû satrapiya Babîlê li pey Nîdîntu-Bêl çû, û li Babîlê serhildan pêk hat. Wî keyaniya Babîlê zemt kir.(3'yê kewçêra, 522'an)
  • (Benda 17'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre min (balyozek?) şande Elamê. Ew Açîna ji min re zincîrkirî hate anîn, û min ew kuşt.
  • (Benda 18'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre ez li dijî Nîdîntu-Bêlê ku digot ez Nebukadnezar im, têkoşîm. Artêşa Nîdîntu-Bêl Dîjle [tîgra] girtibû; li wir cihê girtibû, û derdora avê ji bo derbasbûnê ne gengaz bû. Min di cih de , li ser çermên werimî piştgirî da artêşa xwe, yên din li ser hêştiran û ji bo yê mayîn jî min hesp anîn. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda me Dîjle derbas kir. Piştre min artêşa Nîdîntu-Bêl bi tevahî tarûmar kir. Di bîst û şeşê meha Âçiyâdiya de (13'ê berfanbara 522'an a BZ) em ketine şer.

Stûna duyem[edit]

Serhildana Martiyayê Elamê[edit]

  • (Benda 22'an) Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Martiya, kurê Zînzakrîş, li bajarekî ku bi persî jê re Kuganakâ tê gotin dirûnişt. Vî zilamî li Elamê serî hilda û gote mirovan: Ez Umanîş im , li Elamê key im.
  • (Benda 23'yan) Şah Daryûs dibêje: Ez wê demê bi Elamê re hevalbend bûm. Piştre, Elamiyên ku ji min ditirsiyan hebûn, wan Martiya ku keyê wan bû , zemtkirin û kuştin.

Serhildana Ferwertîşê Medî[edit]

  • (Benda 25'an) Şah Daryûs dibêje: Artêşa persî û medî ya bi min re biçûk bû. Dîsa jî min artêşeke din şand. Yekî persî yê bi navê Vîdarna, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberên wan û ji wî re got: Here, wê artêşa medî ya ku min napejirîne ceza bike. Piştre Vîdarna bi artêşekê giha wir. Dema ew giha Medyayê, li bajarekî Medya yê bi navê Maruş, wî bi mediyan re şer kir. Ewê ku serkirdeyê wan bû wê demê ne li wir bû. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda min reda wê artêşa serhildêr bir. Di bîst û şeşê meha Anâmaka de (12'ê rêbendana 521'an) şer bi wan hate destpêkirin. Piştre artêşa min li bajarê Medya yê bi navê Kampanda li hêviya min ma , heta ez gihame Medyayê.

Serhildanên li Armînayê[edit]

  • (Benda 26'an) Şah Daryûs dibêje: Ermeniyekî bi navê Dadarşî, xizmetkarê min bû, min ew şande nava Armînayê, û min ji wî re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Piştre Dadarşî bi artêşekê çû. Dema ew giha Armînayê, serhildêr li dijî wî civiyan û derketine hemberê Dadarşî. Li cihekî li nav Armîna yê bi navê Zûza wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja heştê meha Thûravâhara de (20'ê gulana 521'an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 27'an) Şah Daryûs dibêje: Serhildêr ji bo cara duyem civiyan, û ew li dijî Dadarşî derketine şer. Li keleheke li nav Armîna ya bi navê Tîgra ketin nav şer. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja hîjdehê meha Thûravâhara de (30'ê gulana 521'an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 29'an) Şah Daryûs dibêje: Persiyekî bi navê Vaumîsa, xizmetkarê min bû, min ew şande nava Armînayê, û min ji wî re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Piştre Vaumîsa bi artêşekê çû. Dema ew giha Armînayê, serhildêr li dijî wî civiyan û derketine hemberê Vaumîsa. Li cihekî li nav Asûrya yê bi navê Îzala wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja pazdehê meha Anâmaka de (20'ê berfanbara 522'an) şer di navbera wan de pêk hat.

Dawiya Serhildanên Mediyan[edit]

  • (Benda 32'an) Şah Daryûs dibêje: Di vê navberê de ew Ferwertîş bi hindik siwariyan reviya bajarê bi navê RêgaMedyayê. Piştre min artêşek da pey wî. Ferwertîş hate girtin û ji min re hate anîn. Min bêhvila wî, guhên wî û zimanê wî jê kirin, min çavekî wî derxist, û ew di devê deriyê qesra min de hate zincîrkirin, û hemû mirovan lê temaşe kir. Piştre min li Ekbatanayê [Hagmatâna] îşkence li wî kir, û min ew hemû piştgirên wî yên sereke, yên li hundirê keleha Ekbatanayê dane ber qamçiyan û bi çermê wan ve daleqandin û çermên wan rakirin û çermê wan bi pûş dagirt.
  • (Benda 33'an) Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Cîçataxma, yekî sagartî, li dijî min serî hilda û gote mirovan: Ez li Sagartiya şahê ji malbata Keyakser (Uvaxşatra) im. Piştre min artêşeke ji persî û mediyan şand. Mediyek bi navê Taxmaspada, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberê wan û ji wî re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Taxmaspada bi artêşekê çû, û bi Cîçataxma re şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir, û Cîçataxma dîl girtin û ji min re anîn. Piştî wê re , min bêhvil û guhên wî jê kirin, min çavekî wî derxist, û ew di devê deriyê qesra min de hate zincîrkirin, û hemû mirovan lê temaşe kir. Piştre min li Hewlêrê [Arbaîra] îşkence li wî kir.

Serhildana Partiyan[edit]

Stûna sêyem[edit]

Serhildana Fradayê Margawî[edit]

  • (Benda 38'an) Şah Daryûs dibêje: Satrapiya bi navê Marguş li dijî min serî hilda. Yekî margawî yê bi navê Frada rêbertiya wan dikir. Piştre min li dijî wî persiyekî bi navê Dadarşî, xizmetkarê min bû, şand. Ew herwiha satrapê Baxtriya bû, û min jê re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Dadarşî bi artêşekê çû, û bi margawiyan re şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja bîst û sêyê meha Âçiyâdiya de (28'ê berfanbara 521'an) şer di navbera wan de pêk hat.

Serhildana Vahyazdatayê Persî[edit]

  • (Benda 40'an) Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Vahyazdata li bajarê bi navê Tarava yê li herêma Vautiya ya Persiya niştecih bû. Vî kesî cara duyem li Persiya serî hilda, lewma wî ji mirovan re digot: Ez Bardiya me, kurê Kûruş im. Piştre persiyên li qesrê dilsoziya bi me xera kirin. Wan li dijî min serî hildan û çûne aliyê Vahyazdata. Ew li Persiya bû şah.
  • (Benda 41'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşa ji Med û Persan ku bi min re bûn şand. Min persiyekî bi navê Artavardiya kir rêberê wan. Artêşa persî ya mayî bi min re hate Medyayê. Piştre Artavardiya bi artêşê çû Persiya. Hinga ew giha Persiya, li bajarekî Persiya yê bi navê Raxa, ew Vahyazdatayê ku digot ez Bardiya me, çû pêşiya Artavardiya ku şer bike. Piştre wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja dozdehê meha Thûravâhara de (24'ê gulana 521'an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 42'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre Vahyazdata bi hindik siwariyan ji wir reviya Pîşiyauvada. Ji vî cihî wî cara duyem bi artêşekê çû hemberê Artavardiya ku şer bike. Li çiyayekî bi navê Parga şer kirin. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja pêncê meha Garmapada de (15'ê tîrmeha 521'an) şer di navbera wan de pêk hat. Û wan Vahyazdata dîl girt, û herwiha zilamên bi wî re yên serkirde jî dîl hatin girtin.
  • (Benda 45'an) Şah Daryûs dibêje: Vahyazdatayê ku digot ez Bardiya zilam şandine Araxosya dijî persiyê bi navê Vîvana ku xizmetkarê min û satrapê Araxosya bû. Wî zilamek neqand û kire rêberê wan û gote wî: Here Vîvanayê ku Daryûs dipejirîne ceza bike. Piştre ew artêşa ku Vahyazdata şandibû giha hemberî Vîvana ku şer bike. Li keleheke bi navê Apîşakanîş [= Kandahar ] wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja sêzdehê meha Anâmaka de (29'ê berfanbara 522'an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 47'an) Şah Daryûs dibêje: Zilamê ku serdarê wê artêşa Vahyazdata ya ji bo dijî Vîvana şandibû, bi hindik siwariyan rewiya. Ew çûne keleheke li Araxosya ya bi navê Arşada. Dûvre Vîvana bi artêşa bi lingan giha wir. Wan li wir ew dîl girt , û zilamên serkirde yên li bi wî re kuştin.

Arxa, Serhildana Duyem a Babîlê[edit]

  • (Benda 49'an) Şah Daryûs dibêje: Hinga ez li Persiya û Medyayê bûm, babîliyan cara duyem li dijî min serî hildan. Zilamekî ermenî yê bi navê Arxa, kurê Haldîta, li Babîlê serî hilda. Li cihekî bi navê Dubala, wî ji mirovan re derew kirin û got: Ez Nebukadnezar im , kurê Nabunaîta. Piştre mirovên babîlî li dijî min serî hildan û çûne aliyê Arxa. Wî Babîl girt û bû key li Babîlê.
  • (Benda 50'yan) Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşek şande Babîlê. Persiyekî bi navê Vîdafarna, xizmetkarê min bû, mi ew kir rêberê wan û ji wî re got: Here, wê artêşa babîlî ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Vîdafarna bi artêşekê çû Babîlê. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda Vîdafarna red babîliyan bir û ew razî kirin ku tevlî min bibin. Di roja bîst û duyê meha Markâsanaş de (27'ê sermawezê) ew Arxa yê ku digot ez Nebukadnezar im û zilamên serkirde yên bi wî re girtin. Piştre min fermanek şand: Bila Arxa û zilamên serkirde yên bi wî re li Babîlê werin îşkencekirin!

Stûna çarem[edit]

Kurteya nivîskan[edit]

  • (Benda 52'an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Piştî ku ez bûme şah, min di salekê de nozdeh şer kirin û bi rûmetiya Ahûramazda min neh key têk birin û min ew kirine bende.
  • Yek ji wan Gomada yê magî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Bardiya me, kurê Kûruş.' Wî kir ku Persiya serî hilda.
  • Yek ji wan Açîna yê Elamî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez key im, keyê Elamê.' Wî kir ku Elamê serî hilda.
  • Yek ji wan Nîdîntu-Bêlê Babîlî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta.' Wî kir ku Babîlê serî hilda.
  • Yek ji wan Martiya yê persî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Umanîş im , şahê Elamê me.' Wî kir ku Elamê serî hilda.
  • Yek ji wan Ferwertîşê medî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Xeşterîtê ji xanedana Keyakser (Uvaxşatra) im.' Wî kir ku Medyayê serî hilda.
  • Yek ji wan Ciçataxma yê sagartî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez keyê Sagartiya me ji xanedana Keyakser (Uvaxşatra) im.' Wî kir ku Sagartiya serî hilda.
  • Yek ji wan Frada yê margawî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez keyê Marguşê me.' Wî kir ku Marguşê serî hilda.
  • Yek ji wan Vahyazdata yê persî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Bardiya me, kurê Kûruş.' Wî kir ku Persiya serî hilda.
  • Yek ji wan Arxa yê ermenî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Nebukadnezar im , kurê Nabunaît.' Wî kir ku Babîlê serî hilda.
  • (Benda 53'yan) Şah Daryûs dibêje: Ev her neh key di şer de dîl hatin girtin.
  • (Benda 54'an) Şah Daryûs dibêje: Ev satrapiyên ku serî hildan , ji ber derewan serî hildan, lewma wan mirov xapandin. Û piştre Ahûramazda ew dane destê min , û tişta min xwest , min bi wan kir.
  • (Benda 55'an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, heke tu bixwazî piştre bifikirî 'Divê welatê min ewle be!', xwe bi awayekî rind ji derewan bi parêze; û derewkeran baş ceza bike.

Piştrastkirina rastiya nivîskan[edit]

  • (Benda 56'an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Her çi kesên ku wê van nivîskan piştre bixwînin, bila bawer bikin ku min ev tişt kirine. Divê hûn van tiştan weke derewan ne bînin.
  • (Benda 57'an) Şah Daryûs dibêje: Ez gazî li Ahûramazda dikim de şahidiyê bike ku ev ne derew e rast e; min ev hemû tişt di salekê de kirin.
  • (Benda 58'an) Şah Daryûs dibêje: Bi rûmeta Ahûramazda min bêhtir tiştên ku li nav van nivîskan nehatine xêzkirin pêkanîn. Di vê çîrokê de ew nehatine nivîsandin de ew mirovên wê van nivîskan xwînin nefikirin ku ew tiştên bêhtir ku min kirine derew in , lê ne rast in.

Agahdarkirina di derbarê nivîskan de tiştekî olî ye[edit]

  • (Benda 59'an) Şah Daryûs dibêje: Ewên ku şahên fermî bûn, heta ku ew jiyankirin, tiştên ku bi xêra Ahûramazda ji aliyê wan ve nehatine kirin, ji aliyê min ve di salekê de hatine kirin.
  • (Benda 60'an) Şah Daryûs dibêje: Niha bihêle ku tiştên min kirine bila te razî bikin. Bi saya mirovan wê ne veşêre. Heke tu vê fermanê ne veşêrî û tu li cîhanê belav bikî, dibe ku Ahûramazda bibe hevalê te, bila malbata te fireh bibe, û tu jî temenekî dirêj derbas bikî.
  • (Benda 61'an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu vê fermanê veşêrî û li cîhanê belav nekî , bila Ahûramazda te bikuje û mala te xera bike.
  • (Benda 62'an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt di salekê de kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Ahûramazda ji min re alîkarî anî , û hemû yezdanên din ên heyî.

Pêwîstiya dirûstiyê[edit]

  • (Benda 63'yan) Şah Daryûs dibêje: Di vê çîrokê de, Ahûramazda ji min re alîkarî anî , û hemû yezdanên din ên heyî, ji ber ku ez ne xerab, ne derewkar , ne jî zalim, û yên ji malbata min jî ne wisa bûn. Min hikûmdarî li gorî dirûstiyê kir. Ne ji bo yên zeîf ne jî ji bo yên hêzdar min çewtî nekir. Her kî alîkariya mala min kir, min xêra xwe lê kir; û her kî dijmintiya min kir, min ew tarûmar kir.
  • (Benda 64'an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, her kî bibe derewker an serhildêr, an jî ne hevalbend be, wî ceza bike!

Pîrozkirin û Nifrîn[edit]

  • (Benda 65'an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê van nivîskên min nivîsandin an jî peykeran bînî, wan xera neke, wan di jiyana xwe de heta tu karibî, biparêze.
  • (Benda 66'an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu li van nivîskan an jî peykeran binêrî û xera nekî û heta ji te were tu wan di jiyana xwe de biparêzî, bila Ahûramazda bibe hevalê te, û bila malbata te fireh bibe. Her bijî, û bila Ahûramazda jiyana te weke tu dixwazî bike.
  • (Benda 67'an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu li van nivîskan an jî peykeran binêrî û xera bikî û heta ji te were tu wan di jiyana xwe de neparêzî, bila Ahûramazda te bikuje, û bila malbata te biqelêne, û bila Ahûramazda her tiştê te tarûmar bike.
Skunxa bi serpoşa xwe ya tûj, destên wî ji paş ve girêdayî ne
  • (Benda 68'an) Şah Daryûs dibêje: Ev zilamên bi min re bûn dema min Gomadamagî yê mîna Bardiya dihat binavkirin, kuşt; piştre van alîkariya min kir weke piştgirên min:
  • Vîdafarna, kurê Vayaspara, persiyek e;
  • Utana, kurê Zuxra, persiyek e;
  • Gobaruva, kurê Marduniya, persiyek e;
  • Vîdarna, kurê Bagabîgna, persiyek e;
  • Bagabuxşa, kurê Datuvahya, persiyek e;
  • Ardumanîş, kurê Vakauka, persiyek e.
  • (Benda 69'an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, malbata van zilaman biparêze.
  • (Benda 70'yan) Şah Daryûs dibêje: Bi rûmeta Ahûramazda ev nivîskên ku min çêkirine. Herwiha , ev bi nivîsên Aryanî ne, û ew li ser tabletên kîlê û parşomenan hatine nivîsandin. herwiha , min peykerekî xwe çêkiriye. Herwiha min secereya xwe çêkiriye. Û ev li hemberê min hatiye xêzkirin û xwendin. Piştî vê re min ev nivîsk şandin hemû satrapiyan. Mirov bi hev re li ser vê xebitîn.

Stûna pêncem[edit]

Serhildaneke dî li Elamê (Payîza 521'ê)[edit]

  • (Benda 71'an) Şah Daryûs dibêje: Ev tiştên di rêzê de min di salên duyem û sêyem ên hikûmdariya xwe de kirin. Satrapiya bi navê Elamê li dijî min serî hilda. Yekî Elamî yê bi navê Atamaîta rêberê wan bû. Piştre min artêşek şande Elamê. Yekî persî yê bi navê Gobaruva, xizmetkarê min bû, min kir rêberê wan. Piştre Gobaruva artêş amade kir, û li hemberî Elamiyan şer kir. Piştre Gobaruva gelek ji artêşê tarûmar kirin , û Atamaîta yê rêberê wan , girt û ji min re anî, û min ew kuşt. Piştre satrapî bû ya min.
  • (Benda 72'an) Şah Daryûs dibêje: Ew Elamî bê dilsozî bûn û wan ji Ahûramazda re îbadet nekir. Min ji Ahûramazda re îbadet kir; bi rûmetiya Ahûramazda min çi xwest bi wan kir.
  • (Benda 73'an) Şah Daryûs dibêje: Her kî ji Ahûramazda re îbadetê bike, wê di dema jiyanê û mirinê de pîroziya mezin bibe ya wan.

Şerê bi Îskîtiyan re (520/519)[edit]

  • (Benda 74'an) Şah Daryûs dibêje: Piştî wan ez li pey îskîtiyên ku serpoşên tûj didane serê xwe bi artêşekê çûme Îskîtya. Van îskîtiyan ji min reviyan. Hinga ez gihame robarê , min bi hemû artêşa xwe ew derbas kir. Dûvre min bi awayekî tund li wan îskîtiyan xist; min (yek ji rêberên) wan dîl girt; ev girêdayî min bû , û min ew kuşt. Wan (yekî din) ji serkirdeyên wan, bi navê Skunxa girtin û rêbertiya min kirin. Piştre min li gorî kêfa xwe serkirdeyekî din ji wan re hilbijart. Piştre satrapî bû ya min.
  • (Benda 75'an) Şah Daryûs dibêje: Ew îskîtî bê dilsozî bûn û wan ji Ahûramazda re îbadet nekir. Min ji Ahûramazda re îbadet kir; bi rûmetiya Ahûramazda min çi xwest bi wan kir.
  • (Benda 76'an) Şah Daryûs dibêje: Her kî ji Ahûramazda re îbadetê bike, wê di dema jiyanê û mirinê de pîroziya mezin bibe ya wan.

.................................Werger ji nivîskên zimanê îngilîzî:Gomada..........................................


  1. Navê peykerên serhildêrên dîlgirtî-1
  2. Navê peykerên serhildêrên dîlgirtî-2
  3. Agahî di derbarê vî bajarî (Paišiyâuvâdâ) de
  4. http://www.livius.org/be-bm/behistun/behistun-t31.html#3.75-83
  5. Eyloyê Medan Ferwertîş (bi tirkî)