Waye tên
From Wikisource
Waye tên,bi ref bi ref,ji her çar hêl ê cîhan.
Mezin, bi çûk,kal û pîr,tev lorîk an waye tên.
Bi huner û bi hêz û bi saz,bi çand û dîrok î tên.
Kîn û buxd avêtin e,bi eşq û hurmet î tên.
Waye tên, bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh,bi desthilatî ya pakî!
Waye tên,waye tên.
Waye tên ba ronahî yê, pîroz dikin aşîtî yê.
Kedperest î bi serketî ye,dikene rûkê heyvê.
Nav û maf û dengê nû;Gerdûnî ye,jiboy jînê.
Kedkar û amade ne,jiboy bingeha Netewî yê.
Waye tên, bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh û bi desthilatî ya pakî!
Waye tên,waye tên.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax

