Qelen ê min pir buha ye
From Wikisource
Ez,gulek bi bêhn û bi rengîn im;
Li ser min tim raperîn e.
Herkes-î çav berdane min;
Nizan in ez dergîstî me.
Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.
Dîrok a min,ji çar beş a ye;
İlm û cewher,di nav de ye.
Sînga min,tevde xezîne ye,
Tu çi bixwaz e,li ser heye.
De bê aqilno qey hûn nizan in?
Ev bû hezar û sed sale,tim raperîn û serhildan e,li ser can û cesedê min danîye.
De qey hûn nizan in;Gelek qîz û xort ên hêja xwîna xwe li ser min rijandî ye!
De qey hûn nizan in ez bûka gelê kurd a me!
De qey hûn nizan in ez namûs û şeref a,hebûn a pakrewan im,de loy loy!
Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
24-08-1996

