Pîroz be

From Wikisource

Jump to: navigation, search

 
Ew hisreta hezar sal an, êdî qedya ye;
Dipijiqe êdî jîyan ; li her cîh fûrya ye.
Ranaweste rastîya ronî;
Vêketîye hêyva Medî;
Bûye tîrêj ên rojê, venamir e.
Erd û ezman neqişî ye,
Bilbil,bi gul an şa bûye.
Buhişta mirovatî yê, ava bûye.
Pîroz be,li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Bergîya ronahîyê herdem vekirîye
Bend û sînor ên qasê, ji holê rabûye
Êdî çav rastîyê dibîne,
Kes nema xwe bixapîne.
Hurmet û eşq hatinê dinivîsîne.
Jîyan;Bi xwe, tekoşîn e.
Serdest êdî hew dijîn e.
Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané
Pîroz be, li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
15. 06. 1998



Helbest û muzîk
Îsmet Dax
15. 06. 1998

Personal tools