Mem û Zîn (Destpêk)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Mem û Zîn

Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah

Ey metle'ê husnê 'işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî

Namê te ye lewhê nameya 'işq
Ismê te ye neqşê xameya 'işq

Bê neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e

Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd

Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb

Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb

Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î

Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêşubhe murîd û hem murad î

Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aşiqê zar

Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji 'eyan tu perdedar î

Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem

Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd

Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr

Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem

Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane

Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq

Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût

Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah

Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e

Herfa ko me gotî, neqşihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e

Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqşê xame kubra

Mewcûd e di wî şehadet û xeyb
Meşhûd e di wî şiyadet û 'eyb

Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr

Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne

Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem

Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar

Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir

Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis

Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb

Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat

Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in

Heqqa ko te xweş nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq

Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar

Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û şikrek

Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê şakir

Ey şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî

Ey wahidê bêşerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta

Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im

Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û cinan

Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek

Şubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte

Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar

Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, sefaf û tarî

Heft di mişalê durrê xeltan
Herşeş cihet û çihar erkan

Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd

Lewh û qelem û sewabit û 'erş
Heywan û nebat û me'den û ferş

Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'

Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla

Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir

Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer

Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek

Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir

Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun

Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî sehrek in tu xan î

Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban

Meyla te ye 'aşiqan dikêşit
Derdê te ye dil ji ber diêşit

Şîrîn te kire şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eskê xwînrîz

Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî

Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra

Şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî

Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muşterî kir

Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan

Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar seyda

Xweşrengî te da giyayê sorgul
Xweşdengî te da newayê bulbul

Ronahî te da serê şemalan
Perwane kirin bi şewqê talan

Mehbûb te çêkirin di dilkeş
Meczûb te pê kirin musewweş

Ev 'işq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i şelaşilê di mil da

Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil

Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer

Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
Davik te li pêş-i kûviyan girt

Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e

Neqşê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê

Lebtesne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî

Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir

Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin

Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin

Meqsûd û muradê dil tu şa yî
Emma tu tudillu men teşa'î

Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê

Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet

Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm

Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd

'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can

Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs

Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet

Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et

Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd

Yek secde nebir li pêÞê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar

Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah

'Irfan-i teleb di Þahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«

Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq

Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit

Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu asina kî

Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke

Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit

Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal

Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê

Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit

Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb

Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar

Rabit ji me jî cîhanpenahek
Peyda bibitin me padîşahek

Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê

Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek

Neqdê me dibû bi şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk

Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi şikkeyê ‘ezîz in

Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman

Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm

Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk

Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir

Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e

Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran

Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet

Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e

Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn

Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet

Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan

Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm

Wan girt bi şîrî sehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan

Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in

Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc

Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in şedîd in

Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk

Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex

Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi Þîr û himmetê dad

Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet

Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat

Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî

Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eşîrî

Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad

Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî

Înaye nizam û intizamê
Kêsaye cefa ji boyî ‘amê

Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad

Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in

Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘Işq-i nekirin ji bo xwe amanc

Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb

Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî

Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in

Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in

Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek

‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan

Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl

Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn

Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran

Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumas-i ra xerîdar

Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan

Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar

Ger ‘ilm temam bidî bi polek
Bifroşî tu hikmetê bi solek

Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî

Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng

Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser

Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir

Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle

Dîn çû û neket bi dest me dînar
Paşê ji neçarî bûyîne seffar

Sifrê xwe yê xef me eşkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir

De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet

Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne

Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in

Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e

Sifrê me yê sor e, aşikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e

Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê şikkeyê şahê sehrewa ye

Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs

Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e

Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padiÞahan

Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman

Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak

Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye

Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî

Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer

E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la

Pasan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran

Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan

Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet

Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek

Ev qewl hemî dikirne es‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar

Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me

Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî