Lo lawiko
From Wikisource
Şivan rûniştibû li bin dar an;
Pişt a xwe dabû zinar an.
Bilûr a xwe ji dil lêdida;
Jiboy xatir ê va beran an.
Mahr û tûpişk tevizîbûn;
Gur û Rovî man li pişt derî an.
Berx û kar an çindik davêt;
Pez diçêrîyan li her cîhan.
Lo lawiko,lo şivano.
Lo lawiko, lo rêzano.
Lo lawiko ez bi heyran;
Waye tên bêryê Bêrîvan.
Danin dû hev bi eşq û kêf in;
Satil û meşk li ser mil ê wan.
Poz xizêm in, çav bi kil in;
Bi heft renge fîstan ê wan.
Evîndar ê dîtin a te ne;
Dermanin jiboy birîn an.
Lo lawiko, lo şivano.
Lo lawiko, lo rêzano.
Helbest û muzîk
îsmet dax
20-09-2001

