Kê çi kirbe wê bijîn e

From Wikisource

Jump to: navigation, search

Pir serişk e,zû jibîr dike;
Kêmasî an,sedbare dike.
Rexnê kesî qebûl nake;
Ew her timî,bi a xwe dike.

Dibêj e;" ez,her tiştî dizan im"
Ji xwe pêv,keskî nafikre.
Rûniştîye li ser kedê;
Armanca mezin,jibîr dike.

Nizan in wenî namîn e;
Rastîyê, ronahîyê bîne.
Xwedî ên kedê,dilbirîn e;
Kê çi kiribe,wê bijîn e.
Tiştek veşartî namîn e.

Tim dibêj e;" ez,rêber im"
Mirov an,ji xwe direvîn e.
Dibêj;"ya hûnê bibe wek min;
An jî,jîyan ji we re nîne."

Çav berdan e tac û text an;
Bûne,Beko Ewan li ser me.
Gelê dinyê,giş bi wan dizan in;
Emelê wan li ber çavan e.

Roja me,waye hilatî ye;
Berx,ji kozan derketî ye.
Xwedî,bi diz ên xwe,esya ye;
Sitarî, ji revê re nema ye.

Ger em mar ên nav xwe,derîn;
Para şêr,ji dest rovî derîn.
Ev mîhrîcan,ne jiboy kes e;
Bi rûmet e,jiboy herbeş e.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
17-05-1997

Personal tools