Hunermend

From Wikisource

Jump to: navigation, search


Hunermend, dişkînin zincîr û qeydan;
Ronahî yê dixînin şevreş ên qitran.
Derî ên girtî tucar an li ber wan namîne;
Timî radikin ji holê,çewt û tixûb an.
Hunermend, hunermend;
Zana Hunermend.
Xwedîyê ilmêa nûjen;
Tuye hunermend.

Hunermend, baş di nasîn jan û jîyanê;
Pêşîya xwe dibîn in,tim dibin derman.
Diafirîn in hebûna wenda yî;
Hunermend , şên dikin çand û dîrok an.
Hunermend, hunermend;
Kedkar hunermend.
Hostayê jîyané;
Tü ye, hunermend.

Hest û ramanê hunermend;Kûûr e, derya ye;
Mîna teyrê baz in, tim li herder a ye.
Bê tirs û bi xof in,çav nagirin ji hovîyê;
Diçîn in eşq hurmetê, jiboy hebûnê.
Hunermend, hunermend;
Memyan hunermend;
Aşî û azayî;
Tu ye Hunermend.

Kesanetîya hunermend;Timî nûjen e.
Nayên firotin tucar an, ew bi xwe cewher in.
Li hember kevnarîyê, tim şoreşger in;
Rengîn in, xemgîn in! Lêê, ne rêcber in.
Hunermend, hunermend;
Şervan Hunermend.
Hunermend, hunermend;
Ronî. Hunermend.

Helbest û muzîk
îsmet dax
15 -8 - 1997

Personal tools