Gîha di bin kevir de namîn e
From Wikisource
Nav ên me yî bav û kal an;Tucar an wenda nabe.
Heta kÛ,cîhan hebe;Emê her timî bi deng bin.
Rêça me,rastî û ronahî ye;Emê hertim pêşve herin.
Me li her cîyan,tov danî ye;Bila her kes, baş bi zanibin.
Emê bijîn in azadîyê;Bila herkes,baş bi zanibin.
"Gîha di bin kevir de namîn e";Dûr nêzîk,wê xwe derîn e.
Hebûn ê bîne maf ên xwe;Dinya bi dore,wer namîn e.
"Ayê bizina kol,ji a qiloç re namîn e."
Em kurd'in,tov ên Med'a ne;Jîyan,bi xwe tekoşîn e.
Heta kû yek ji me hebin;Wê,dîrok a me tim lêbe.
Rastî,xwe tim zêde dike;Nebaşî yê,ji holê radike.
Ev tekoşîn,bê mirin e;Emê ji nû de,xwe şên bike.
Evîn,bingeha buhişt e;Wê,dijîtî yê qir bike.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
23-11-1997

