Ewil toxim bû
From Wikisource
Ewil toxim bû,di qalika de bû;
Kete nava xakê,pir dar jê çêbû.
Şax û kat jê kişyan,girt dora dinyê;
Pir tahm pêve şên hat,jîn da hebûnê .
Ewil yek bû,bûn milyar li ser erş û ezman;
Bûn xozayî,xweşikbûn didan niştiman.
Bûn gulîstan,keskesor kişandin ruê ezman;
Dibûn al,jiboyna hebûna her can.
Buhişt a hemdem în,jîn kire bê mirin;
Hemû gel ên Mazlûm,di nav de disitirin.
Cîhan e ke nû ava bû, jibo jîyan e ke;
Dadgeh ên xwe rexna,çêdike hebûn.
Helbest û muzîk
ÎSMET DAX
12-06-1998

