Dil Ji Min Bir

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Vê yarkujê tîrek wesand
Hinav û dil pê herisand
Agir bi ser da lê resand
Sed bîr û bawer helwesand
Hawar ti min dil birji min
Dilek nema ku nelivand
Kesek nema wê necivand
Bi vîna xo wê nenivand
Wê dil ji pîran jî revand
Perde nemawê nedirand
Sofî ji kûncê zivirand
Ji ser û dil îman firand
Hawar li min dil bir ji min.