Dewra Mêhdî hat

From Wikisource

Jump to: navigation, search

Zulum diqed e êdî.!!
Jîyanek e nû destpêdibe.
Mejî ên gemar û war ên kevnar e êdî tê guherandin û êdî ilmekî nû li ser mejî ên gemar tê afirandin.
Hemû gel ên bindestû mazlûm,êdî digêjin meqsed û mirad ên xweyî armancî.
Herkes êdî li ser maf ên xwe ewê jîyan a xwe bidomîn e.
Dem dema wekhevî yê ye.
Dem dema biratî yê ye.
Dem dema aşîtî yê û azadî a mirovatî yê ye.
Li hemû gel ên cîhan ê pîroz û mubarek be.Dewra mêhdî hat.

Tîrêj dakete ji êrşan,
Xwe berda nav dilê cîhan.
Dişikeste êdî tirs û xof,
Dayîk an ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,
Tixûb radibû ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,
Dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Berxwedan hebûn kire felat;
Jîyaneke nû ji, me re kire xelat.
Gel ê Kurd û gelek mazlûm;
Bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya şevreşê hat.
Tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin e gulbihar.
Dewra MÊHDÎ ye,d'em bikin xebat.

Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Helbest û Muzîk :
Îsmet Dax

Personal tools