De rabe Xanê

From Wikisource

Jump to: navigation, search

Karker;Êdi vegeryabûn ji ser karê xwe:
Bênder lı ba kirbûn û êdî debra xwe yî hezar salan,rakirbûn ji erdê.
Kinc ên xwe yî bi qirêj avêtibûn.
Û,êdî kinc ên xwe yî nûjenî,li ser bejn û bala xwe girêdabûn.
Bûkek,jı xwe re xwastibûn ji can û dil de.
Govendek herî mezin li darxistibûn.
Keç û xort ên evîndar ketibûn dest hev,êdî çand û huner pêşkêş dibû.
Memyana waha bangdikir in:

DE RABE XANÊ

De rabe Xanê,rabe;
Rûniştandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geş nabe.

Îro dîlan a me ye,cejn û şahî a me ye;
Bilind bûye al ên me,roja hebûna me ye.

Keç û xort xemilînin,helbest an ji hev re dixwîn in;
Dest û mil danin hevdû,qahra salan dirjînin.

Rabe çav an bide ber kil,bejn û balê girêde;
Dest ên xwe bide dest ê min,em ji berbû an bilîrîn in.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
03-01-1998

Personal tools