Bese lo bira

From Wikisource

Jump to: navigation, search



Bese lo bira,kanî dest ên xwe;
Dayîka me yek e,şerm e jiboy me.
Ên bav ên me kuşt,me ji hevdû dûr xist;
Perçebûn a me,me tune dike.
Dijminê mezin,di serê me de ye;
Mejû ên me duxu,tim dijî me ye.
Ger,em binasîn in kesanetîyan xwe;
Me,bi vî aqilî,tim wendakİre xwe.
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.

Ger em tıxub an,rakın jı erd an;
Jiboy, zaro ên me, azad bijîn in.
Bav û kal digot;"dijmin nabe dost;
Tevdîr û tifaq,wê bixîn e post."
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.

Bese, em êdî xwe nexapîn e;
Mirov ên serişk,kes nahebîn e.
Bav û kal digot;"bi ziman ê xweş;
Ger em maar an, ji qelşa derîn in."

Ger em bernedin,doza serxwebûn;
Ger em bibe mînak,jiboy pêşveçûn.
Ev e a rastî,ev e biratî;
Ger em bibin yek can,jiboy wekhevî.
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.

Helbest:Îsmet Dax
Muzik:Koma Jîyan a Welat
05-01-1997


Personal tools