Bernameya Partiya Karkerên Kurdistanê 1995

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

DESTPÊK[edit]

Xelqê Kurd bi xezaran sal beri Z. I. (Zayina Isa) li ser axa ku iro bi navê Kurdistan hatiye navandin, civatek bi ser û ber pêk aniye û bi xelqên din yên ciran va himê bajarvaniya (medeniyeta) Mezopotamyayê daniye. Ev bajarvaniya ku, alikariyên bê hempa li bajarvaniya cihana me ya iroyi kiriye.

Bapirên Kurda ên wê demê, GUTIYAN, LORAN, ÛRARTÛYAN, KARDOXAN, MITANIYAN û MEDAN bi xelqên din ra peywendiyên cûr bê cûr danine. Ev gelên ciran carna êriş dane ser Kurda û carna ji Kurdan êriş dane ser wan. Di demên dirokiyên dirêj da, li Kurdistana iro ji, xelqên Kurd bi der saya peywendiyên civaki û abori dewlet û imparatoriyetên serbixwe damezrandine.

Beri Z. I. di sala 612 da imparatorê Kurd ê bi nav û deng KEYAQSAR serbajarê Asuriya, NINOVA ya ku nêzi Musul'a iroji vegirt. Ji wê rojê bi heta iro, Kurda di nav bûyerên civaki û siyasi ên rojhilata navin da rolek giring leyist. Nemaze ev rola giring di dema ku Ereban êriş dane ser rojhilatê ku nişan da. Ji aliyê Ereban va xwestina vegirtina Kurdistanê P. Z. I. (Pişti Zayina Isa) di 637 da destpêkir. Di vê tarixê da leşkerên Ereb êriş da ser Musul û dorhela wê. Ev êriş dayin bû sebebê ku Kurd û Ereb ji aliyên 1eşkeri, siyasi û çandi va hatin pêşberi hev. Leşkerên Ereb bi armanca vegirtina Kurdistanê, Iranê û Ezerbeycanê bêetlahi êriş kirin. Lê di van êrişê xwe da tim û tim li hember xwe Kurda diditin. Xelqê Kurd li hember van pêlên vegirtinê bi mêrxasi şer kir. Ev şerên han, bûn sebebê wêrankirina sazûmana abori, siyasi û çandini ya Kurd. Lewra leşkerên Ereb bi disiplin û çekên baştir hatibûn çekdarkirin û di derhaq şeran da tecrubeyên wan ên ê hêjmar hebûn. Ji ber vê yekê ji, leşkerên Erep perçeyek Kurdistanê kirin bin sidariya xwe (sala 639). Lê xelqê me, ji zorkeri û dilitiyê ra serî danani û car carna serxwerabûnên zexm û xurt pêkanin. Lê pişt ra ev serxwerabûnên han, hêdi hêdi sist bûn û piraniya xelqê, Islamiyetê pejirand(qebûl kir). Pişti pejirandina Islamiyetê ji Kurdan bi awayê dewletên miri(feodal) xwe honandine.

Kurda li çaxa navin da wek ciranên xwe dewletên xanedani damezrandine. Di navbera setsala 10-11‘an li herêmên Kurdistanê ŞEDADIYAN, HESENWAHIYAN û MERWANIYAN dewletên serbixwe pêk anine. Merwaniyan ji Diyarbekir bi heta çiyayên Zaxrosê li hemi nivroyê Kurdistanê hikim kirine. Di çaxa navin da, feodalên Ewrûpi, ji bo berberiya navbera xwe û gundiyan kêm bikin û bala wan bikşinin hin ciyên din û ji bo abori û çandiniya xelqên rojhilata navin talan û wêran bikin leşkerên xaçparêz pêkanîn. Li hember van leşkerên xaçparêz dewleta Eyyubiyên Kurd derkete qata tarixê. Ev dewlet cara pêşine ku têkoşinek hevkar(ortak) di nav Kurd û Ereban da pêk aniye. Ji mirzayên Kurd Selahedin ne bi tenê di nav Kurd û Ereban da li di hemi cihanê da serleşkerek bê hempa tête naskirin.

Ji sedsala 13 da vir va leşkerên vegirtvan(işgalci) ên Mongola, Hindistanê, Iran û Kurdistanê xirab û wêran kirin. Afirandinên (eserler) giranbiha bajar û aboriya xelqê Kurd yê ku bi keda sedsala pêk hatibû di bin lingên leşkerên Mongolan da pelçiqi.

Vegirtin û sidariya Mongola, aboriya Kurdistanê hilweşand û hunermendiya mirov pûç kir. Ji ber vê yekê ji girêdana peywendiyê ciwaki ên pêş diketin qels û jar kir. Kurdistan ji aliyê jeopolitik û dewlemendiya xwe da cihek gelek giring e. Ji ber vê yekê ji berya Mongol û pişti wan daxwaza vegirtina Kurdistanê ji aliyê hêzên diz û talanker va dom kiriye.

Ji aliki da Mongola rêya xirabkirina abori û civakiya Kurdistanê vekir, ji aliki da ji pişti Mongola dewleta Osmani li hember pêşketina xelqê Kurd bendeki xurt honand. Ji bili viya ji li Iranê Safewiya dewletek damezirand. Pişti damezrandinê wê dewletê êriş da ser Kurdistanê û birek axa Kurdistane vegirt. Li ser vê yekê di navbera Safewi û Usmaniyan da ji bo vegirtina Kurdistanê têkoşînek dijwar destpêkir. Ji ber vê sebebê ye ku feodalên Kurd ji bo yekitiyek merkezi şertên objektif, abori û civaki bi dest nexistin û di nav xwe da ji dest bi şer û pevçûnan kirin. Ev berberiya nava mirên Kurda bû sebebê dubiriyê wan. Hin jê xwe dan ali Safewiya, hin jê ji xwe spartin Osmaniya. Tevi vi awayi ji, heta demê nêzik mirên Kurd xwediyên keyatiyek(otonomi) nav xwe bûn, ango xwediyên sazûmanên siyasi, civaki û çandi bûn û bi şiklê derebegayiti di nav imparatoriyeta Osmani û dewleta Safewiya da dijiyan.

DI DEMA OSMANIYAN DA KURD[edit]

Di dewra miritiya çaxa navin da berên heywanê, çandini û çolangiti(dokumacilik) cihek giring stend. Lê giringtirin ev bû ku rêyên bezirganiyê di Kurdistanê da derbas dibûn û ji rojhilat ber bi rojava û ji bakûr berbi başûr diçûn. Ji ber ev rêyên bazirganiyê, Kurdistanê diqeta gelên din dikişand û giringbûna wê zêde dikir. Hem Iraniyan hem ji Osmaniyan giringiya vi welati fam kiribûn. Ji ber vê hindê ji êrişên xwe ji Kurdistanê qut nekirin. Li ser Kurdistanê ev her du dewlet şerên dijwar kirin. Di van şeran da her du dewlet ji, ji bo ku mirên Kurdan bikişinin nik xwe fêlbazi û leyistikên mezin bikar tanin. Di navbera mirên Kurdan da dijminati û berberi xurt kirin û wan beri hev dan.

Vê siyasetê fêlbazi da Osmaniyan serketinên giranbiha bi dest xistin. Di wê demê da ji bo Osmaniyan yê giringtir ev bû ku, rêyên ko ji bo seferên Efrika peywist in vekiri bihêlin û li gor imkaniyetan ji abori û hêzên leşkeri ên Kurdistanê istifade bikin

Ji bo pêkanina van armanca Osmaniyan va ku bi Kurd û Iraniyan ra şer dikirin siyasetek kone(kurnaz) bi kar tanin. Serketina vê siyasetê di dema Yavuz Sultan Selim da fêkiyên xwe da.

Yavuz, di cenga Çaldiranê û pişti vê cengê bi wasita Idrisi Bedlisi yê Kurd gelek mirên Kurda li hember Iranê rakir û wan bi xwe va girêda. Idrisi Bedlisi, ji padişahê Osmaniya diyariyên giranbiha û fermanên hêja distend û diçû nik mirên Kurdan û ji bili vana ji berberiya nava mezheba tûj dikir û van bi dewleta Usmani va girê dida.

Di sedsala 17 da Kurdistan di navbera Osmani û Iranê da hat parvekirin. Lê perçê mezin di bin nirê Osmaniyan da ma. Pişti vê parvekirinê rewşa Kurdistanê ji aliyê Osmaniya va bi vi awayi hat diyarkirin: Heremên ku ji merkeza Osmaniya dûr, lê nêzê Iranê dikaribûn li ser navê xwe pere çap bikin û xwutbe bixwinin û keyatiya navxwe saz bikin. Evên han ji pênc miritiyan pêk dihatin. Li hember standina van mafan, ev miritiyên han ji hinek bac û wextê şer ji leşker didan padişah. Herweki ku me li jor behskir, ev rewşa Kurdistanê, ji Osmaniyan ra ji bo vegirtina welatên nûh, hêzên insan û menfietên abori bi dest dixist. Lê ev rewşa keyatiyê, ya ku ji Kurdistanê ra hatibû nas kirin gelek dom nekir. Di dawiya sedsala 17an da di rojavayê Ewrûpayê da saziya kapitalizmê xurt bû û kapitalizma bezirgani pêş ket. Li ser vê yekê, bezirganiya deryayê giringiyek mezin sitend û bû sebebê guherandina rêyên beji. Ev rewşa ha, di warê bezirganiyê da giringiya Kurdistanê kêm kir. Disa em dikarin bêjin ku bi pêşketina kapitalizmê ra ordiyên Ewrûpiyan xurt û zexm bûn û Usmani li hember wan cara yekem bû ku binketinên himi stendin. Ji bili viya ji di nav tuxûbên Osmaniyan da tevgerên azadixwazên neteweyi destpêkirin. Ev pêşketin û tevgerên azadixwaz li mirên Kurdan ji tesir kirin û ji bo damezrandina dewletek Kurd xwe livandin. Ji ber van tevgeran dewleta Osmani, ji nû va têkili li nav Kurdistanê kir, rewşa berê hilani û siyasetek mêtingehvan(sömürgeci) gerand. Ango Kurdistanê kir welatek mêtingeh (sömürge). Pişti vê siyasetê di Kurdistanê da ji bo azadiyê têkoşinek dûr û dirêj destpêkir.

Em dibinin ku di sedsala 18an da têkoşina li ser parvekirin û mêtingehkirina Kurdistanê di nav Usmani û Iraniyan da hat meşandin. Ji dawiya sedsala 18an bi heta dawiya 19an li Ewrupayê sidariya mêtingehvani (sömürgecilik) derket qata tarixê. Di vê demê da imparatoryeta Osmani bû niv mêtingehiya Ewrupiyan. Ev têkoşina ku li ser Kurdistanê di navbera Osmani û Iraniyan da dom dikir, êdi li rex wan hin mêtingehvanên Ewrupayi ji ketin nav vê têkoşinê.

Sedsala l9an da di nav dewletên mêtingehvan car carna siyaseta êrişker a Iran û Osmaniya dipelandin û li gor menfietên xwe dimeşandin. Car carna ji ew bi xwe eriş didan ser miritiyên Kurdan ya ji, ji bo wan bikişinin rex xwe bi hev didan kuştin. Di wê demê da şerên azadixwaziyê ji gur bûbûn û hin welat ji Osmaniya qetyan û dewletên serbixwe damezrandin.

Ji bili van bûyerên giring dewleta Osmani ji tevger û rabûnên navxwe û ên Kurdistanê tirsiya û li hember van rabûnan dest bi zilm û zorkeriyê kir. Ev zilm û zorkeriya Osmaniya, tesira xwe li ser xelkê Kurd ji nişan da. Li ser vê yekê, tev di demek kurt da xwe wergerandin tevgerên serxwebûnê. Di vê demê da rabûnên azadixwazi ên bijarte ev bûn: Di sala 1805 da li Silemaniyê, Abdurrahman Paşa Baban, di sala 1835a da li Rewaduzê Mihemed Paşa (Mirê Kor), di navbera 1842-46 da li Cizirê, Bedirxaniyên bi nav û deng û 1855 a da li Hekariyê Yezdan Şer rabû. Pişti hin rabûnên piçûk, xelkê Kurd di bin peşêngiya Şêx Ubeydullahê Nehri da li hember Osmaniya û Iranê serxwerabûnek xurt pêk ani.

Tevgerên çekdar ên kevn û nemaze ên sedsala 19 da li hember zordesti û kevneperestiya Osmaniyan bû. Xelkê Kurd ji bo şkênandina nirê vegirtvanan tim û tim çek hilgirtiye. Ev tevgerên han xelkê Kurdistanê ber bi pêşketin û yekbûnê biriye. Di wexta van tevgeran da mêtingehvanê Ewrûpê tim û tim alikariya zordestiya Usmaniya kirine. Ji ber vê yekê ye ku ev tevgerên çekdar ên xelkê Kurd di navxwe da kakilek pêşverû hildigre.

Ev dema em jê behs dikin, demek welê ye ku, bi dersaya şoreşa bûrjuvazi, sermeyadariya Ewrupa pêş ketiye û dewleta Osmani bûye bazarek vekiri ê vê sermeyadariyê. Lê ev rewşa han di dewleta Osmani da bi hindikayi bê ji sermeyadariyê pêk ani.

Pişti, parta Ittihat û Terakki bi derbeyek leşkeri iqtidarê girte destê xwe, ji bo gelên din miletperweriyek nijadi-şovêni bi kar ani.

Ji tesira van tevgeran, hundir û derve di nav bûrjuvaziyên Tirk ên piçûk û ên bazirgan da û di nav gelên bindest da herikandinên siyasi gur bûn. Nemaze pişti eşkerekirina meşrutiyet a duemin(1908) di bin pêşêngiya ronakên bûrjuvaziyên Kurd da gelek rêxistinên civaki, çandi û siyasi hatin damezirandin û têkoşina heqên demokratiya milli ya Kurd ket qonaxek pêşvêrû. Heta niha pêşengiya tevgerên berxwedan ên Kurd di dest miran da bû, lê êdi bi hindikayi bê ji ji dest wan derdiket û diket destê ronakên bûrjuvazi.

Hêj di ser iqtidara parta Ittihat û Terakki da gelek derbas nebûbû ku, wan, tevger û inirandinên karkeran bi zordari pelçiqand. Ev karbidestên nijadperest dest avêtin rexistinên Kurd ên civaki, kulturi û siyasi ji. Ronakên pêşeng yên tevgerên Kurd ji hev belav kirin û wan ajotin cihên dûr.

Ji bili van sebeban ji, ji ber xurtbûna peywendiyê berkêşan yên miriti (feodal) bi rûbaweriya milli hêj gelek jar bû û nikaribû yekitiya gel pêk bine. Em dikarin wiha ji bibejin: Ji bo xelkê Kurd, hêj şertên objektifi nekemilibûn û wek gelên din ên bindestê Osmani, jiyana xwe bi tekoşinek bo azadi û serxwebûnê nexemilandibûn ku, xwe li rex "niminendeyê dinê islamê" xelifeyê Osmani da di cenga cihanê a yekem da dit.

Ittihat-Terakki hêj di destpêka cengê da di rojhilata navin da dest bi xebat û li vanên Tirkkirinê kir. Ji ber vê sebebê li dor milyonek Ermeni hat kir kirin û bi qasê vê hêjmare ji, ji welat hat derxistin, [ji bo derxistina] (tirkkirina) xelkê Kurd ji qanûnek derxist û qasê 750 hezar Kurd ajot roavayê. Piraniyê van mirovan li rê, ji serma nexweşin û birçibûnê mirin. Ji bili viya, bi hezaran xelkê Kurd ji bo menfieta emperyalistan di qada şer da hatin kuştin.

Dewleta Osmani a feodal di cenga cihan ya yekem da hilveşiya. Gelek gelên bindest nirê Osmaniyan şikandin û dewletên serbixwe damezirandin. Dewletên emperyalist ji di nav xwe da ji bo parvekirina imparatoriyetê û menfeetê xwe yên geli dest bi têkoşinê kirin

JI ALIYÊ EMPERYALIST Û KOLONYALISTAN VA PARVEKIRINA KURDISTANÊ DI VÊ DEMÊ DA TEVGERÊN NETEWEYÎ YÊN KURD[edit]

Ji bo ji nûva parvekirina cihanê, di nav emperyalistan da cenga cihanê ya yekem dest pêkir. Armanca vê cengê ya rasti; Xwe di rojhilata navin da xweş diyar kir.

Di vê cengê da, imparatoriyeta Osmani li rex emperyalizma Alman cih girt. Pişti binketina vê dewletê, dewletên emperyalist û vegirtvan di 30ê Çiriya Pêşin sala 1918an da peymana Mondrosê imze kirin û biryara vegirtina Anatoli û birek Kurdistanê girtin. Kurdistana Iraqê ji ali Ingilizan va û Kurdistana nivro ji ji aliyên Fransizan va hat vegirtin. Li hember vê vegirtinê xelkê Kurd bi mêrani rawestiya. Xelkê Kurdistanê ji bo mafên netewi û demoqratiki komal û rêxistinan damezirandin û dest bi şerê çekdar kir. Li Kurdistana Iraqê di bin pêşengiya Şêx Mehmudê Berzenci da li hember Ingiliza, li Kurdistana nivro ji li Entep û Urfayê li hember fransiza xelkê Kurd bi mêrxasi şer kir.

Mistefa Kemal sala 1919an da derbasi Anatoliyê bû û bi niminendeyên hukûmeta Istanbolê ra li Amasyayê protokolek sazand. Di vê protoqolê da ji Kurda ra mafê keyati (xwegeri) hat pejirandin û ev biryar li Kurdistanê hat bela kirin.

Komcivinên Erzerom û Sêwazê bi daxwaz alikariya xelkê Kurdistanê pêk hat. Bi Mistefa Kemal û hevalên wi ra bi şertên ku mafên netewi yên xelkê kurd bête naskirin, gelê Kurd li hember dijminê vegirtvan têkoşinek tevkar qebûl kir û li ser vi esasi peymanek hat çêkirin. Le, Mistefa Kemal, bi vê peymanê bes nekir û ji bo bi temami alikari û piştvaniya xelkê Kurd bistine di Kurdistanê da propogandayek xurt li dar xist û got: "Emperyalist dixwazin beşek Kurdistanê bi ser Ermenistanê da berdin. Ingiliz û Fransiza Kurdistanê vegirtine û dixwazin Islamiyetê qels bikin, Kurd û Tirk beri hevdin. Lê em birayên hev in û em di mafên Kurd ên netewi û demoqratiki nas bikin û di welat da yekitiyê pêk binin" Mistefa Kemal ji aliyek va vê propogandayê dimeşand, lê ji aliyek din va ji, ji bo pêknehatina hêzên Kurd ên leşkeri û siyasi siyasetek fêlbaz dimeşand. Ji ber vê yekê, ronakên xebatkar yên xelqên Kurd digirt û davête zindana. Lê ronakên Kurd ji ranediwestiyan û ji bo serxwebûnê Kurdistanê rêxistinên berxwedan dadimezirandin. Ji van rêxistinan yek jê ev bû ku şorişa Qoçgiri meşand. Di navbera karbidestên Osmani û heêzên hevalbend (Ingiltere, Emerika, Italya, Fransa û ê.d.) da, l0 Tebax sala 1920'an da li SEWR'ê peymanek hat imzakirin. Ev peyman hebûn û mafên çarenivisa (qedera) xwe bi xwe tayin kirina milletê Kurd qebûl û eşkere dikir.

Ev peyman ji bo Kurda xwedi ehemiyetek tarixi bû. Lê di vê peymanê da siyaseta emperyalistaya lêkveke û lêbimije xweya dikir. Lewra hemi Kurdistan ne di nav vê peymanê da bû.

J1 aliyê emperyalistan va qebûl kirina mafê çarenivisa xwe bi xwe tayin kirin ne ji bo serxwebûna gela, lê ji bo pûç kirina şerê serxwebûna gela û perçiqandina karker û gundiya ye. Ji xwe di despêkê da emperyalista ji aliki va birek Kurdistanê vegirtin û ji aliyê din va ji bi xurtbûna tevgera Mistefa Kemal, saz û qirarê ku di peymanê SEWR'ê da ji bo mafê Kurda dabûn, ji bir kirin û bi Kemalistan ra girêbendin nû saz kirin. Emperyalistan tu caran ji ber menfietê xwe nedixwestin di Anatolyê da xelqên xwedi serbixwe yek rastin bihêlin. Lewra wan iqtidarê bi xwe va girêdayi dixwestin. Ji ber vê yekê ji bi Kemalistan ra li hev hatin û peymana LOZAN'ê a ku milletê Kurd û ên din di bin destên Kemalistan da hişt, imza kirin.

Ji ber van sebeba bû ku xelqê Kurdistanê ji aliki va di bin pêşengiya ronakên bûrjûva û feodalên Kurd ji bo azadiya xwe bi xelqê Tirk ra li hember siyaseta Kemalistan ya bêbext û durû dest bi tevgerên siyasi û çekdar kir.

Şerê rizgari ya Tirk, di bin pêşengiya ronakên bûrjûwazi û bûrjûwaziyên bazirgan da bû. Lê alikariya feodalan ji qezenç kiribû.

Şer di despêke da li hember emperyalizmê bû, lê dawiya xwe gihand emperyalizmê û dostaniya xwe saz kir. Bi kurti em dikarin bibjin ku ev şerê rizgarixwaz şerek li gor daxwazên bûrjûwazi bû. Ji ber ku di nav şer da bi feodalan ra girêbend (ittifak) çêbûbû û birûbaweriya din bi xurti hatibû bikaranin, tevger ji dij-feodaliteyê dûr û bicihanina mafên demokratiki bê par bû. Di nav vi şerî da slogana biratiya Kurd û Tirk gelek bi hostati hatiye bikaranin lê tu car ev birati çênebiye. Komara Tirkiyê pişti ku hat damezrandin, di nav xwe da bi du berberiyên himi nexweş bû.

Ê yekemin: Berberiya sinifi, ya ku bi çêkirina abori û civaki ya welat va girêdayi ye. Qadroyên niminendeyên sinifa serdest, ji bo pêşketin û jiyan bilind kirina xelqê xebat nekirin û tu caran xwe nêzi xebatek wuha nedan.

Ev gundi û karkerên ku hemi barê têkoşina rizgari hilgirtibûn, welê bawer bûn ku pişti şer, dê ji nimetên welat bê par neminin. Lê ev sinifên himi ji mafên demoqratiki û ji menfietê çini(sinif) hatin bê par kirin. Armanca karbidesta ev bû ku, komên xelqê di belengaziyê da bihêlin û bi destê dewletê çinek bûrjuvazi biafirinin.

Ev dewleta ku hatibû damezirandin, ji bo pelçiqandina çinên belengaz, di destê çina serdest û xwinmij da peywengek (aletek) zorbaziyê bû, ordi ji, hêzê lêxisvanê vê çina xwinmij bû.

Ev çinên kevneperest û ev hêzên zorker, di demek kurt da di rojhilata navin da dê bibin pelegirki (maşa) emperyalizmê.

Ê duemin: Pişti parvekirina Kurdistanê bûrjuvaziyê Tirk yê mêtingehvan bi temami Kurdistana Bakur vegirt û ilhak kir. Dest dani ser dewlemendiyên ser ax û bin ax û welat kir mêtingehiyek qilasiki û siyasetek nijadperest û şoven gerand. Ji bili tirka hindikayiyên (azinlik) din û nemaze gelê Kurd inkar kir û ji bo tirkkirinê xebat nişan da. Ji vê tevgerê berberiya neteweyi za.

Kemalistan ji wek Ittihat-Terakkiya milletperweriya wan ji qerekterên wan yê çini diza û li ser himê tirkkirina xelqên din şikil distend. Ji ber vê yekê ji mafê xelqê Kurd ên neteweyi û demokratiki xesp û inkar kirin û zorkeri, kuştin û helandin bû himê siyasetê wan. Kemalistan, di nav çinên serdest ên Kurdistanê da bi hinekan ra dostani û girêbendi pêk anin û li bihayên maddi û manewi ên xelqê Kurdistanê bê insafi mijiyan.

Xelqê Kurdistanê li hember zordestiyê, talankirinê, piştda hiştinê, ango tirkkirinê bê westin têkoşin da. Lê Kemalistan vê têkoşinê pelçiqand. Bi hezaran Kurd kuşt û ajot rojavayê, welat sot û wêran kir.

Ev tevgera nijadperest û mêtingehvan li derveyî irada xelkê Anatoliyê (Kurd, Tirk, Ereb, Laz û e.d.) hat bikar anin. Lê xelkê Kurdistanê li hember vê tevgerê bi xurti sekini. Ji damezirandina komarê vir va iqtidarên nijadperest û mêtingehvan tim û tim siyasetek xwindar û helandinxwazi meşandin (inkara ziman, çand, pişe/sanat, bêje û diroka Kurd û xespkirina bihayên abori û civaki ên Kurdistanê). Tevê vi awayi ji li hember zorkeriya Tirk, tevgerên xelkê Kurdistanê ên ideolojik siyasi û leşkeri nehate rawestandin û dê neyê rawestandin.


LI HEMBER METINGEHVANIYA TIRK YA NIJADPEREST Û NIJADPEREST TEVGERÊN NETEWEYI ÊN KURDISTANÊ (1925-1938)[edit]

Ji sala 1925 a bi heta qirkirina Dersimê sala 1938, xelkê Kurdistanê li hember siyaseta mêtingehi û tirkkirinê bi mêtingevaniya Tirk ya nijadperest ra têkoşinek neteweyi ya çekdar da.

Himê van tevgerên neteweyi, bi pirani li ser xebat û honandinê pişti sala 1908an hatiye ava kirin. Lê di esasê xwe da dayika van tevgera Rexistina Azadi ye, Rexistina Azadi di bin pêşengiya Xalit Begê Cibri û hevalên wi da ji bo standina mafên neteweyi û demoqratiki ên xelkê Kurd di sala 1922an da veşarti hatiye damezirândin. Gelek feodal û eşrafên bajêr ji endamên vê partiyê bû û li gelek bajarên Kurdistanê xwe honand.

Pêşengên tevgera neteweyi a sala 1925 û ên pişt wi ji nav endamên vê partiyê derketin. Li ser darvekirina hin endamên partiyê û xurtbûna teror û zorkeriya neteweyi li ser gelê Kurd, ronakên bûrjûvaziyên Kurd û serekeşirên ku di bin tesira wan da bûn di bin pêşengiya Şex Sait da çek hilgirtin. Xelkê Kurd ji bo nirê pelçiqandinê, helandinê û zincira mêtingehiyê bişkênine bi mêrxasi şer kir.

Disa li ser van sebep û armanca xelkê Kurd di bin serekatiya Îhsan Nuri Paşa da li Agiriyê (1928-1930) û di bin pêşengiya Seyit Riza da li Dersimê sala (193'7-1938) çek hilgirtin. Ji bili van tevgerên Kurd gelek tevgerên çekdar ên qels û piçûk ji çêbûn.

Xelkê Kurdistanê ji bo jiyanek aza û serbixwe dest bi van tevgeran dikir. Lê ev tevgerên han; ji aliyên bûrjûvaziyên Tirk ê militarist û mêtingehvan va bi xwin û bi agir dihat fetisandin. Pişti her tevgerek, bi sedhezaran jin û mêrên Kurd, piçûk û mezin dihatin kuştin, gund dihatin sotin û wêrankirin û bi hezaran malbad dihatin ajotin.

Lê xelqê me ê di şerê azadixwaziyê da xwedan qirar, rojek hesabê van şehidan ji mêtingehvaniya Tirk a hov dê bipirse.

Îqtidara mêtingehvan û niviskarên bûrjuvazi ên yekali, tevgerên Kurd çewt didan ronikirin û li cihanê bela dikirin. Li gor van, ev tevgerên han, ji aliyên mirên Kurdan va ji bo paşdaanina padişah pêk dihatin û li hember komara Tirkiyê bû. Lê di esasê xwe da ne welê bû, serxwebûnên xelkê Kurd ji bo sitendina mafên neteweyi û demokratiki bû û serxwerabûnên bi heq bûn.

Belê, ronakên bûrjûvazi ên Kurd di nav tevgeran da mir û eşrafan qezenç kiribûn. Li gor şertên wê rojê di nav tevgerê da hebûna miran ispata kevneperestiya tevgerê nake. Li gor wê çaxê daxwaz û armance tevgerê, pêşvêrûyiti an ji kevneperestiya tevgerê diyar dike. Di demê tevgerên Kurdistanê ên neteweyi da daxwaz û armanc ji bo keyati an ji ji bo serxwebûnê ye. Ev daxwazên han bi kêmayi di nav programek bûrjûvaziyê demokrat da cih digire.

Tevgerên çekdar di bin serektiya ronakên bûrjûvaziyê Kurd ên ku niminendeyên bûrjuvaziyê nûhati da pêk hat. Ev li hember tevgerên mêtingehkirina Kurdistanê û xwinmêji ya abori û çandi bû. Ev tevgerên han ji bo xwedi derketina mafên mirovi û heyina xelki bû. Ev têkoşin li dij hovitiya mêtingehvaniyê bû û ji bo pêkanina yekitiya neteweyi bû. Ji ber vê ye ku ev tevgerên gelê Kurd xwedi kakilek pêşvêrû û şorişvan e.

Lê ji ber ku ev tevgerên han, di bin pêşengiya ronakên bûrjûvazî û begên feodal da bûn, yekitiyek neteweyiyê fireh û tekûz pêk nehat. Disa, ji ber ku pêşengi di bin destê çina serdet da bû, berberiya nava vê çinê û çin û tebeqeyên kedkar ên Kurdistanê tim û tim xwe nişan da. Ji ber ku di nav tevgeran da ji bo bi cih anina daxwazê çina kedkar têkoşinek gur û geş nehat meşandin, ev çinên han ji ji dil û can neketin nav tevgeran. Ji bili viya ji, sebebê pûçbûna van tevgeran yek jê tunebûna partiyek siyasi bû.

Xelkê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên neteweyi û demokratiki têkoşinek bê etlahi meşand. Pişti parvekirina Kurdistanê ji li Kurdistana Tirkiyê û li parçeyên din ev têkoşin dom kir. Sala 1930i da li Kurdistana Iraqê Şêx Mehmûdê Berzenci li hember Ingilizan şer li dar xist. Pişti ku Şex Mehmûd ji aliyê Ingilizan ve hate girtin, di sala 1931an da di bin pêşengiya Barzaniyan şerê çekdar dest pêkir û bêetlahi heta sala 1945a dom kir.

Di sala 1922an da li Kurdistana Iranê di bin serektiya Simko da tevgerek çekdar dest pêkir. Disa di bin pêşengiya Qazi Mihemed da Kurda li Mihabade komarek damezirand.

Lê ev komar ji aliyê emperyalistan û mêtingehvanê Iran va hat pelçiqandin û belav kirin. Disa li Kurdistana Iraqê di bin pêşengi ya P.D.K. (Parti Demokratik Kurdistan) an da di sala 1961ê da serxwerabûnek xurt pêkhat. Lê piştre serekatiya vê tevgerê ket destê Barzani. Sala 1970-74 an da aşitiyek pêk hat. Lê zêde dom nekir. Û sala 1975an da ev tevger ji hev hat belav kirin. Belavkirina vê tevgerê di diroka Kurdistanê da xwedi cihek giring e.

Ev tevger, ji ber ku karbidestên P.D.K. ne xwedi ditinek şorişgeriyek dûr û ji ber ku bûrjûvaziyê piçuk bûn pêşengi ket destê Barzani: Pişti peymana 11ê Adarê aşiti çar sala dom kir. Di vi çar sali da sereketiya tevgerê, di nav xwe da bi temami li hember xelkê Kurdistanê dij-demokratik û despot (zorkeriya malbati) bû. Li derva ji, girêdayi Îran, Siyonizm û emperyalizmê bû. Sala 1974 an da BAAS'ê Iraqê bi sere xwe peymanê hilweşandin û li gor daxwaza xwe qanûnek keyatiyê derxistin. Li ser vê yekê şer ji nû va dest pêkir. Lê meha Adarê sala 1975 an da di navbera Iran û Iraq da li Cezayirê peymanek hat imza kirin. Pişti vê peymanê karbidestên tevgera gelê Kurd di demek kurt da vê tevgera diroki hilweşand. Ji xwe ev tevger pişti ku ji bin peşengiya P.D.K. derket û ket destê Barzani hêdi hêdi ji tevgera rizgariya neteweyi a çaxa me derket û bû nokerê emperyalizm, siyonizm û kevneperestiya Iranê. Pişti ku emperyalizm alikariya xwe biri tevger ji hilweşiya û belav bû.

DI BIN PÊŞENGIYA PARTI KARKERI KURDISTAN DA JI BO SORIŞA XELKÊ YA NETEWEYIYA DEMOKRATIKI, TÊKOŞINA KU TÊ MEŞANDIN, DEWAMA TÊKOŞINA XELKÊ ME A KU DI QONAXA DIROKI DA HATIYE DAYIN Û EV TÊKOŞINA NIHA QONAXEK BEREPÊŞI WAN TÊKOŞINAYE.[edit]

Li Tirkiyê şerê rizgariya neteweyi li ser têkoşina dij-emperyalistiyê bi xurti ne sekini. Pişti şer, ji bo pêk hatina komarê emperyalistan gelek tawizên siyasi û abori sitendin.

Di nav şerê rizgariyê da bûrjûvaziyên Tirk, ji emperyalistan tu car peywendiyên xwe qut nekirin. Pişti damezirandina dewletê ji bi emperyalizmê girêbenda pêk anin û bi vi awayi xurt bûn. Bûrjûvaziyên Tirk di nav xwe da li ser çin û tebeqeyên kedkar zilm û zorkari bi kar ani û her cur mafê demokratiki tune kir. Û li Kurdistanê ji kuştin û birinan, da dom kirin. Bûrjûvazi bi van tevgerên dij mirovi li ser dewletê sidariya xwe xurt kir û dewletê kir bin destê xwe.

Bûrjûvaziyên Tirk ne bi sere xwe lê bi emperyalizmê ra girêdayi pêşket. Ev bû sebebê bûyina bûrjûvaziki tevkarvan û yekdestvan(işbirlikçi tekelci).

Pişti cenga cihanê a dudemin sermayedari di qada endûstri û çandini da gelek pêş ket. Ev pêşvêçûn di Kurdistanê da ji, nemaze di çandini û bazirganiyê da xwe nişan da. Hinek begên Kurdistanê ên feodal ber bi bûrjûvaziyê, xwe guherandin. Bûrjûvaziyê Kurd, di bin baskên bûrjûvaziyên Tirk ên girêdayi emperyalizmê da mezin bû, ji ber vê yekê ji serxwebûna xwe nikaribû biparasta. Belê ji xwe welê ji bû. Di vê demê da bûrjûvaziyê bazirgan yê Kurdistanê bi bûrjûvaziyê mêtingehvan ra yekiti pêk ani û ket rengê bûrjuvazîyê komprador û bû tevkarê mijina xelkê Kurdistanê.

Bûrjûvazîyê Kurdistanê bir ê komprador, pişti ku bi bûrjûvaziyê metingehvan ra peywendi saz kir, êdi rûyê xwe yê pêşvêru û neteweyi bi temami winda kir. Di têkoşina xelkê Kurdistanê ya neteweyi û çini da li rex emperyalist û mêtingehvana cih girt.

Me li jor bi kurti behsa pêşketina abo ri û civakiya Kurdistanê kir. Ev pêşketin bû sebebê derketina çinên nûjen(modern) û hilweşandina sidariya feodalan li ser gundiya. Bi hindikayi di vê çaxê da pir bûna koma ronaka, bû alikari ji bo belavbûna ramanên pêşverû di nav civatê Kurdistanê da.

Qanûna himi ya sala 1961, bi hindikayi bê jî, hin mafên demokratiki ani. Di nav vê rewşe da tevgera sosyalistên Tirkiyê pêşket û xurt bû û li ser ronak û xelkên Kurdistanê tesir kir û bû alikariya belavbûna ditina sosyalizmê di nav ronak û kedkarên Kurdistanê da.

Di vê demê da sosyalist, kedkar û gundiyên Kurdistanê li hember pelçiqandina mêtingehvaniti, cûda bûna nijadi, xwinmêji û li hember miriti û emperyalizmê bi mêrxasi şer kirin.

Bûrjûvaziyên mêtingehvan, ji ber ku, ji şiyar bûn, ji honandin û ji pêşketina tevgera rizgariya neteweyi ya xelkê Kurdistanê ditirsiya, car carna pêlêkirinên nijadi û mêtingehvanti zêde dikir. Di vê demê da pirtûk û kovarên ku bi kurdi derdiketin qedexe kir û şorişgeran avête zindanan. Bi ser bajar û gundên Kurdistanê da komandoyên xwe rêkir, da ku ev mafên xwe yên neteweyi û çini nexwazin. Dawiya ev pelçiqandin, teror û lêdanan û zorkeriya, leşkerê komando li bajar û gundê Kurdistanê û li Tirkiyê zordestiya li ser çin û tebeqeyên kedkar tekiliya 12 Adare a faşistên-mêtingehvan ani û ev zilm û zorkeri hin zêdetir bû.

Xelkê me, ji pelçiqandinên mêtingehvan û emperyalistan, ji tevgerên şoreşiya cihanê û ji têkoşinên bori gelek dersan derêxist û ji bo serketinê bi peywistiya xebatek rexistini bawer ani. Ji ber vê çendê, ronakên welatperwer ên ku digotin em bi Marksizm-Leninizmê bawer in, saziya partiyek nû peywist ditin. Lewra P.D.K. (Parti Demokratik Kurdistan) ya kevn êdi ji bo meşandina têkoşinê taqeta xwe winda kiribû. Li ser vê yekê Parti Demokratik Kurdistan Li Tirkiyê (PDK-T) damezirandin. PDK-T ji PDK pêşvêrûyitir bû. Serekên vê partiyê (PDK-T) tevi ku bi Marksizm-Leninizmê baweriya xwe diyar dikirin ji, lê di esasê xwe da xwedi karekterek bûrjwaziyên piçûk bûn. Ji xwe jiyana vê partiyê gelek dom nekir. Pişti 12 Adarê karbidestên partiyê hinek jê derbasê Kurdistana Iraqe bûn, piştre li wê derê hin ji wan, ji aliyên Barzaniyan va hatin kuştin. Li ser vê yekê xebata partiyê rawestiya. Di sala 1972an da karbidestên hundir komcivinek pêk anin û partiyê resmen belav kirin. Heta sala 1973an li Kurdistana Tirkiyê bi tenê PDK hebû. Di sala 1973an da sosyalistên Kurdistanê ji bo pêşengi kirina şorişa xelkê ya netewiya demokratik, partiya çina karker damezirandin. Disa bi navê PDK-T partiya me ya iro danin. Qonaxa çêbûn û pêşketina vê partiyê têkoşinek dijwar ditiye.

Di sala 1975an da Komita Merkezi biryarek girt. Li gor vê biryarê, têkoşina şoriger gihiştiye qonaxek bilind û êdi programa parti bersiva vê têkoşinê nikare bide. Divê li gor şertên rojê program bête guhartin. Ji bili viya ji, pêşniyariya nav guherandinê ji hat qebûl kirin.

Li ser vê armancê di bin şertên gelek dijwar da hemi honanên (örgüt) partiyê civiyan û programê di bin çav da derbaz kirin. Komita Merkezi ji bi qebûlkirina dawin programa me ya iro pêk hat. Navê partiya me ji hat guhartin û bi navê PARTI KARKERI KURDISTAN (PKK) hat navandin.

Partiya me saziya civaki û aboriya Kurdistanê, di nav şertên objektifi ên Rojhilata Navin û cihanê da û di bin ronahiya Marksizm-Leninizmê da rast hesiband. Li gor bir û baweriya partiya me bûrjuva û feodalên Kurdistanê, bi bûrjûwaziyê tevgervanê emperyalizmê ra girêbendên xurt pêk anine. Ji ber vê yekê ye ku ev bûrjûwa û feodal êdi nikarin têkoşina xelkê Kurdistanê ya neteweyi û çini bimeşinin û di vê tekoşinê da li rex hêzên xwinmêz dê cihên xwe bigrin. Ji ber vê çendê, Partiya me di programa siyasi madde çaran da hêzên şorişê û cihên van hêzan, wiha formule kiriye:"Bingehê xelkê ku li Kur distanê diji, ji komên gundi, ji proleteryayê qada çandini û sanayiyê pêk te. Partiya me ji ber vê sebebê, di qonaxa SORIŞA XELKI YA NETEWEYIYA DEMOKRATIK da ji bo cih anina armanc û hedefên xwe yên himi, di bin pêşengiya Parti Karkeri Kurdistan da dê xwe bispêre hemi hêzên dij-emperyalist, dij-mêtingehvani û dij-feodal, lê li ser himê girêbenda karker û gundi".

Partiya me bawer e ku bi şorişa xelki ya Neteweyiya Demokratik dê bigihije armanca xwe. Ji bo gihajtina vê armancê programa xwe madde 3.an da wiha dibêje:"Partiya me her cur têkoşina aşitixwaz û demokratiki qebûl dike. Lê bawer e ku ji bo serketina şorişa me ya xelki ya netewetiya demokratiki, di qonaxa dawin da şerê xelkê ya çekdar netice tayin dike. Ji ber vê hindê Parti, ji karker û gundiyan dê ordiyek xelkê saz bike û li hember hêzên metingehvan ŞERÊ XELKI DÛR Û DIRÊJ dêbihone û bigerine."

Partiya me di nav şerê germ da cihên ku ji hêzên metingehvan hatine paqij kirin programa Partiyê bê kêmayi dê bi kar bine û bi vi awayi pengav pengav rêya ku ber bi IQTIDARA XELKI YA DEMOKRATIK da diçe dê veke.

Partiya me di nav têkoşina dûr û dirêj da ji bo damezirandina ENIYA NETEWEYIYA DEMOKRATIK a ku ji çin û tebeqeyên kedkar û ji hêzên niştimanperwer pêk tên dê xebatek himi nişan bide û pêşengiya vê xebatê bike.


DEMA NIHA, DEMA JI KAPITALIZMÊ DERBASI SOSYALIZMÊ BÛYIN Û DEMA ŞERÊN RIZGARIYA NETEWEYI YE[edit]

Ji sermayedariyê(kapitalizm) derbasi sosyalizmê bûyin bi şorişa Şiriyapêşin a mezin dest pêkir. Iro, ideolojiya sosyalizmê ya gewre di 1/3 cihanê da serdestiya xwe pêk aniye. Ji aliyê din va, li welatên sermayedar tevgerên çina karker pêşva çûye û çeperên giranbiha qezenç kiriye û tevgerên miletê girêdayi û mêtingeh ên netewi û çini derbe li ser derbe li emperyalizmê û li mêtingehvaniyê dixe.

Nemaze şorişa 17 Çiryapêşin û pişti cenga cihanê ya dudemin pêk hatina sistema sosyalisti ya cihanê û şorişa xelkên mêrxas ên Asya, Efriqa û Latin Emeriqa bûne kaniya ronahi ji bo têkoşina şorişi ya roja me. Serketina van şorişa xelasiya çina karker yâ di welatên sermayedar da û xelasiya neteweyên bindest nêzik kiriye. Lewra li hember emperyalizmê sistema sosyalistiya cihanê di welatên sermayedar da tevgerên çina karker û şerên rizgariyên neteweyi bi heva girêdayi ne û qonaxa şorişi ya cihanê pêk tinin.

Emperyalizm roj bi roj mêtingehên xwe winda dike. Ji ber vê çendê niha hemi girani ya xwe daye ser Latin Emeriqa, Efriqa û Rojhilata Navin.

Kelehên emperyalizmê ên Rojhilata Navin Tirkiyê, Israil, Iran, Suudi Erebistan û ên din ne bi tenê serbirên (cellat) Filistin, Dofar û xelkê Kurdistanê ye. Lê ew dijminê tevgerên karkerên vê herêmê û sistema sosyalistiyê ye.

Iraq ji niha ji aliyek va bi zilm û zorkeriyek xurt dixwaze xelkê Kurdistanê bipelçiqine û winda bike, ji aliyê din va ji bi emperyalizmê ra girêdanên xwe zexm dike û li pêşber tevgerên şorişi ên Rojhilata Navin tewrek ne baş distine.

Emperyalizm û hêzên kevneperest bi hemi xurtiya xwe dixwazin têkoşinên xelkê bin dest bipelçiqine û wan bê deng bihêlin, lê ev tevger roj bi roj xurt dibin û pêş dikevin.

Di vê rêyê da têkoşina ku xelkên Filistin û Dofar li hember siyonizmê, Iran û kevneperestiya Erep û emperyalizmê dide, perçeyek ji tevgera proleteryayê herêm û xelkê Kurdistanê ye.

Di nav qonaxa şorişiya cihanê da, di Rojhilata Navin da, tekoşina rizgariya xelkê Kurd û xelkên bindest ên din û têkoşinên proleterya yê Tirk, Erep, Iran û ên din ji bo stendina iqtidarê, yek perçe ye.

Ev kesên ku li Kurdistan, Dofar û Belucistanê di heps û zindanan da zilm û zorkeri dibinin û ên ku li Enqerê,Tehran û Bexdayê tên darvekirin hemi goriyên (kurban) emperyalizm, mêtingehvani û faşizmê ye. Lê xelkê kurd û xelkên bindest ên Rojhilata Navin di vê tekoşina xwe ya bi heq da miheqeq dê bi ser kevin û hesabê van kuştiyên xwe ji emperyalizm, siyonizm û mêtingehvaniyê ra bibe gor ne gelek dûr in. Cihan pişti Vietnamê di Rojhilata Navin da ji bindestkirina emperyalizm û hevalbendin wi dê bibine.

Partiya me piştgiriya têkoşina xelkên Tirk, Iran, Erep û xelkên Filistini li hember emperyalizm, siyonizm û mêtingehvaniya Irane dê bike.

Şerkeftin û serfirazi e proleteryayê cihanê û bi xelkên bindest va ê xelkê Kurdistanê ye.

BIJI YEKITIYA HÊZÊN ŞORIŞGER DI ROJHILATA NAVIN DA LI HEMBER EMPERYALIZM, MÊTINGEHVANI, SIYONIZM Û FAŞIZMÊ.

HEVGIRTINA (dayanişma) LI HEMBER DIJMINÊ HEVGEL (ortak) PEYWISTIYEK BINGEHIN E.

Têkoşina xelkê Tirkiyê ya ku ji bo iqtidara xelki a demokratik, li hember emperyalizm, faşizm û hêzên serdest yên din û tekoşina xelkê Kurdistanê ya ku ji bo rizgariyê tê meşandin, dijminê van her du xelkan yê hevgel (ortak) emperyalizm, bûrjûwaziyê Tirk yê tevgera mêtingehvan û bûrjûvaziyên Kurd yên komprador û feodalên kevneperest in. Ji bo bindest kirina van dijminên hevgel hevgirtina xelkê Kurd û Tirk peywistiyek himi ye.

Partiya me, di têkoşina li hember bûrjûwaziyê Tirk yê mêtingehvan û piştgiriyê wi emperyalizmê ra, bi çina karkerên karkir ra ji bo bikaranina hevgirtinek şoreşi dê siyasetek xurt bimeşine û ji bo bikaranina vê siyasetê dê bêetlahi bixebite.

Partiya me ev dostani û hevgirtina li hember mêtingehvanan, peywistiyek navneteweyi ya neteweyên mêtingeh û proleteryayê cihanê dihesibine . Em welê bawer in ku, daxwaz û menfeetê xelkê Tirkiyê tu caran nabe sebebê zor stendina mafên xelkê Kurdistanê yên neteweyi û demokratiki û ne diji bikaranina van mafên xwazayiyê ye. Ji ber vê çendê ye ku, xelkê Kurdistanê ji bo bi destxistina ziman, çand û imtiyazên ku ji hemi gelan ra hatine naskirin têkoşinek xurt dimeşine. Ev têkoşin, ji tekoşina xelkê Tirkiyeyê û hemi neteweyên tên pelçiqandin ne cuda ye. Ango bi destxistina mafên xelkê Kurdistanê yên neteweyi û demokratiki, dihatina iqtidarek demokratik a rastin li Tirkiyeyê nêz bixe, ji ber vê hinde têkoşina partiya me, ne bi tenê ji bo xelkê Kurdistanê ye, lê ji bo xelkê Tirk yê ku dixwaze hin baştir bijin iqtidarek xelki a demokratiki damezirine û ji bo hemi xelkên li hember emperyalizm û mêtin gehvaniyê rabûne. Xelasiya xelkê Kurdistanê ji zilm û zorkeriya mêtingehvaniyê, dê xelasiya xelkên Tirk û neteweyên bindest û proleteryayê nêz bike.

Misogera(garanti) mafên çarenivisa xwe bi xwe tayin kirin ya xelkê Kurdistanê parti ya wi ya siyasi ye. Lê ev partiya ku bi Marksizm û Leninizmê hatiye dagirtin.

Têkoşina ku proleteryayê Tirk ji bo iqtidarê, li hember emperyalizm û hêzên serdeşt dide, partiya me dê alikari û piştgiriya vê têkoşinê bike.

BIJI MAFÊ ÇARENIVISA XWE BI XWE TAYIN KIRIN

BIJI MAFÊ WEKHEVI YÊN GELAN - MAFÊ AZA Û BEXTIYARBÛNÊ

BIJI BIRATI Û HEVGIRTINA SORIŞI YA XELKÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ


MADDE-1: Parti Karkeri Kurdistan, partiya siyasi ya çina karkerê Kurdistanê, bi Marksizm-Leninizmê hatiye dagirtin û li Kurdistana Tirkiyê dameziriye.

MADDE-2: Arrnanca Parti Karkeri Kurdistan ya dawin ev e; her cur serdestiya çini, kedxwari û zorkeriyê rake û civatek bê çin pêk bine.

Parti Karkeri Kurdistan, yekitiya Kurdistanê armancek xwe yê himi qebûl dike. Ji ber vê yekê, parti di qonaxa pêşin da mêtingehvaniya Tirk û nokerên wan bûrjûwaziyên komprodor û feodalên kevneperest yên Kuwd û emperyalizma ku alikariya van hezan dike, serdestiya wi ya li ser welatê me dê hilweşine û mafê çarenivisa xwe bi xwe tayin kirina gelê Kurd dê bi cih bine.

MADDE -3: Partiya me her cur têkoşina aşitixwaz û demokratiki qebûl dike. Lê bawer e ku ji bo serketina şoreşa me ya xelkê ya netewetiya demokratiki di qonaxa dawin da şerê xelki yê çekdar netice tayin dike. Ji ber vê hindê parti, ji karker û gundiyan dê ordiyek xelki saz bike û li hember hêzên mêtingehvan ŞERÊ XELKI yê dûr û dirêj dê bihone û bigerine.

MADDE -4: Bingehê xelkê ku li Kurdistanê diji, ji komên gundiyan û ji proleteryayên warê çandini û sanayiyê pêk tê. Ji ber vê qasê, partiya me di qonaxa şorişa xelki ya netewetiya demokratik da ji bo cih anina armanc û hedefê xwe, di bin pêşengiya Parti Karkeri Kurdistan da li ser himê girêbendiya ittifak) karker û gundi dê xwe bispêre hêzên dij-emperyalist dij-mêtingehvan û dij-feodalan.

MADDE -5: Di dema niha da emperyalizm dijminê yekem e ji bo sistema sosyalist ya çinane tevgera çina karker û ya navneteweyi û ji bo rizgariya neteweyi serxwebûna xelkên bindest. Partiya me li hember emperyalizm, bûrjûwaziyê tirk yê tevgerê mêtingehvan xulamokê wan bûrjûwaziyê komprador û feodalên kevneperest yên Kurd têkoşinek xurt dimeşine. Partiya me di vê têkoşinê da siyasetek dij-emperyalist, dij-feodal û dij-mêtingehvan digerine.

MADDE -6: Welatê me ji gelek salan vir va hatiye mêtingeh kirin, hebûnên ser ax û bin ax hatine talan kirin. Xelkê me ji hemi mafên neteweyi û demokratiki hatiye bêparkirin. Parti Karkeri Kurdistan, pişti bi serxistina şoreşa xelki ya neteweyi ya demokratik dê IKTIDARA XELKÊ YA DEMOK RATIK damezirine û zenginiyên ser ax û bin ax yên Kurdistanê sermayeyên biyani û mal û milkê bi vi sermayeyê va girêdayi dê dest bide serê û bike malê neteweyi carek din ji bo sermayeyê biyani dê destûr nede.

Tiştên ku bibin malê neteweyi ev in:Petrol (nift, maden, daristan, golên avan, avahiyê sanayiya mezin, bezirganiya derve, banka, sigorta, rêhesin, koma telefon û têlgrafan, radyo û TV, cotgehên dewletê yên beranine, malên wexf û xezine, cih û avahiyên tûristiki û ê.d. Ev tiştên han; Dê bi destê iqtidarê xelkê bê bikar anin.

MADDE 7: Ji bo pêşxistina welatê me, dê hebûnên Kurdistanê bingeh bê qebûlkirin û sanayi û nemaze sanayiya giran dê bê pêkanin û pêşxistin.

MADDE 8: Ji bo bilind kirina jiyana xelkê ji berandina maddeyên peywist ra dê rûmet bê nişandan û dê alikariya sanayiya piçûk û pişeyên dest xwe yên piçûk dê bête kirin û piçûk dê bê parastin.

MADDE 9: Parti Karkeri Kurdistan, şoreşa axê li gir menfeeta gundiya dê bikar bine û slogana "AX Ê XEBATKARA YE" dê bi cih binin. Zewiyên ku ji axayên mezin bên stendin dê li gundiyan bê belav kirin û mafê xweditiya zevi yan dê bê misoger (garantij kirin. Gundi ji destên navçit (araci) û faizxuran dê betin xelas kirin û ji bo pirkirin û firotina beranina ji gundiyan ra her texlit alikari dê bê kirin.

MADDE 10: Di bin şertên bêdadi (adaletsizi) û zorkeri da her cur peyman ên ku di eleyhiya gundiyên bê ax an ji xwedi hindik ax da hatine çêkirin dê bên rakirin (feshkirin). Deynên gundiyan yên bankayê yên faizxuran û peymanên kirêya axê deynên bi faiz dê bê iptal kirin û hemi senedên deyndariyê dê bên sotin. Serwetên navçit û faizxuran dê ji wan bê stendin û faizxuri û navçiti dê bê qedexe kirin.

MADDE 11: Mal û axên gundiyên halxweş (orta halli) dê ji wan neyêt stendin û ji bo parastina mafê malê wan dê qanûn bên çêkirin. Ji bili van tiştan ji, ji bo qenc kirina (islah) erdê wan IQTIDARA XELKI dê alikari bike.

MADDE 12: Ji bo pikirina birra (verim) axê dê istasyonên traqtor û makinên çandiniyê her cur peyweng (alet) û makine û krêdiyên bê faiz, toxum û zibil (gübre) dê bê amade kirin.

MADDE 13: Di welatê me da cotgehên(çiftlik) dewleta mêtingehvan ên ku dê bên neteweyi kirin û hin erdên miri (xezine), bi destê IQTIDARA XELKI kooperatifên çandiniyê dê bên damezirandin û ji bo ku gundi bi daxwza xwe bikevin van kooperatifan dê xebatek bê meşandin. Ji bo ketina nav van kooperatifên çandiniyê dê li gundiyan hii neyêt zor kirin.

MADDE 14: Axayên ku li hember şorişa xelkê me ya neteweyi û axê dernekevin ji wan ra qasê ihtiyaciya wan ax dê bê dayin û milkiyeta wê axê bê parastin.

MADDE 15: Ew kesên ku di têkoşina şorişa xelki ya neteweyi a demokratik da li rex mêtingehvanan û kevneperestiya navxwe da cih bigre û bi xelkê me ra xayinti bike, dê hemi ax û malê wi bê stendin û bê pere li gundiyan bête belav kirin.

MADDE 16: Komiteyên ku ji aliyên karker û gundiyan va bên hilbijartin, di bin gerandin û pelandina partiya me da dê belav kirina axê û bi kar anina programa şorişa axê bi cih binin.

MADDE 17: Eşirên koçer, li ser axe dê bê pere bên bi cih kirin. Ji bo nûjen kirin û pêşxistina heywan xwedikirinê û ji bo pirkirina beranina heywani dê hemi imkaniyet bên bikaranin û çêregeh, mêrg û zozan ji bo istifada xelkê dê bên pêşkêşkirin.

MADDE 18: Heta niha bi siyasetek mêtingehvan daristanên welatê me hatine wêran kirin. Pişti iqtidara xelki, ji bo spehiti û aboriya welat daristanên me dê bên parastin.

MADDE 19: Parti Karkeri Kurdistan, maf û daxwazên karkerên sanayi û çandiniyê ên civaki, abori û siyasi li gor şertên dema niha û di bin ronahiya ideolojiya çina karker da dê bi cih bine û bibe pêşengê têkoşina wan.

MADDE 20: Parti Karkeri Kurdistan, ji bo, ji xelkê me ra jiyanek baş tedarik bike, di demek kin da mesela xani, av, rê û elektrika dê hel bike û ji bo bilind kirina jiyana xelkê dê bêetlahi bixebite.

MADDE 21: Xizmetên hindari, jiyani û ramani ên Kurdistanê dê bên bi cih anin. Di Kurdistanê da ji bo zarukên Kurd û neteweyên hindik, xwendin û malzemeyên xwendinê dê bê pere bên temin kirin. Xwendina himi dê mecbûri be.

MADDE 22: Hemi kesên ku li Kurdistanê dijin, mafên wan ên kaliti (emekli) û sigortayê dê bê misoger kirin.

MADDE 23: Wekheviya mafên jin û meran ên abori, siyasi û civaki dê bên misoger kirin. Ji bo jin bi temami bikevin nav tekoşinek hevrayi (ortak) ji aliyê çandi û hunermendiyê va dê bên pêşxistin û ji adetên paşvêru dê bên xelas kirin.

MADDE 24: Li Kurdistanê ji bili xayinan welat ji hemi welatiyan ra mafên bijartin û hilbijartinê dê bê naskirin û azadiya axaftinê, ramanê, kom bûne, xwe pênişandanê, bi cihbûnê û gerê dê bê pêk anin û nûçeşandin û netêkili kirina rûniştgehan (konut) dê bê parastin.

MADDE 25: Li Kurdistanê zimanê resmi dê bi Kurdi be.

MADDE 26: Çand û hindari (eðitim) ya xelki ya şorişa demokratik dê bê pêşxistin û sewiya çand û zaninê xelkê me dê bête bilind kirin. Di hemi qonaxên hindariyê da zarokên Kurdistanê bi zimanê dayika xwe û çanda neteweyi dê bên gihandin. Neteweyên hindik ên ku li Kurdistanê dijin ziman û çanda wan dê bê pêşxistin.

MADDE 27: Di dema iqtidara xelki ya demokratik da karbidestên herêmi dê ji aliyên xelkê va bên bijartin û hemi birên gerine û memur dê di bin pelandinê partiyê da bin.

MADDE 28: Parti Karkeri Kurdistan, cihêbûna neteweyi, nijadi, ol, zman û mezheb dê nede ber çavên xwe û wekheviyek mirovi (insani) dê misoger bike û dê rûmeta azadiya vijdan û ibadet bigre.

MADDE 29: Parti Karkeri Kurdistan, dê ji wekheviya maf ra dilrast bimine û netewê û neteweyên hindik ên ku li Kurdistanê dijin, di nav wan da wekhevî û alikariya hevudu dê di pratikê da bikar bine.

MADDE 30: Parti Karkeri Kurdistan, di Kurdistanê da ji bo pêşketina zanyar û teknikê dê têkoşinek xurt bimeşine û ji bo mirovên zanyar, her cûr hêsani dê nişan bide.

MADDE 31: Têkoşina ku sistema sosyalist ya cihanê, tevgerên neteweyi ên rizgariyê û tevgera çina karker yâ navneteweyi, ji bo serxwebûn, demokrasi û aşitiya cihanê, li hember emperyalizm, her cur mêtingehvani û cihêbûna nijadi dide. Parti Karkeri Kurdistan, ji bo vê têkoşinê piştgiriya xwe diyar dike.

MADDE 32: Parti Karkeri Kurdistan, hemi xelkê kû dewletên ku beravaniya mafê çarenivisa xwe bi xwe tayin kirina neteweyên dikin û aşiti, wekhevi, bê terefi û ji mafê serweri (egemenlık) ra hurmetkar û girêdayi mafê mirovayeti û dadê ne, bi wan ra siyasetek dostani û tevgirtini dimeşine.

MADDE 33: Parti Karkeri Kurdistan, ew wargeh (üs) û leşkerên emperyalizm û mêtingehvanan ên ku ji bo welatên sosyalist û xelkên şerê rizgariyê didin tehdit û xeter e, dê ji welatê me derêxe û carek din ji bo wargeh saz kirina wan dê destûr nede. Partiya me sidariya tu girêbendek leşkeri dê qebûl neke.

MADDE 34: Tekoşina ku xelkên cihanê, li hember emperyalizm, mêtingehvaniyê, cihêbûna nijadi û faşizmê didin û têkoşina ku xelkên Rojhilata Navin li hember emperyalizm, her cûr mêtingehvani, siyonizm û kevneperestiya nav xwe didin, Parti Karkeri Kurdistan, piştgiriya xwe diyar dike û ji bo wan silavên şorişger dişine

MADDE 35: Li Kurdistana Iraqê û welatê me yê lêkvebûyi, li perçeyê wi yên din tekoşina ku hêzên pêşvêrû û şorişger ên xelkê Kurdistanê li hember emperyalizmê û mêtingehvaniya-nijadi bi mêrxasi dimeşinin. Parti Karkeri Kurdistan bi germi alikari û piştgirtiya xwe diyar dike.