Şervano
From Wikisource
Tu, bi xêr hatîye nav jîyan a me;
Were rûnî li kêlek a me.
Ser ê me gelkî bilinde;
Ji ber hatin û dîtin a te.
Te pir zahmet dît jiboy me;
Bibaxşîne kêmasî ên me.
Ew roj ên geş te anî ye,
Em rêz digrin ji hebûna te.
Lo şervan lo, Evîndaro lo.
Şervan ê me bi xwe RONÎ ye;
Ser bilind e, ji pola ye.
Zane û merd û egîd e ;
Tirs û xof a şevreş a ye.
Te anî xwar text ên neyar ;
Te ji me re şên kirîye cîh û war
Te naqokî ji nav me avêt ;
Te me gîhan de rêça rast
Lo şervan lo, Evîndaro lo.
Buxe ji bax û baxç ên me;
Qedyaye êş û jana me.
Cejn û Aza ya aşîyê ye;
Emê himez bikin te.
Daxwazîyên xwe ji me re bêje;
Em amade ne ji boy te.
Heta kû em hebin li dinê,
Em qet tenê nahêl e te.
Lo şervano lo, Evîndaro lo
Helbest:Îsmet Dax
Muzîk: Feyrûzşah Özer
Rastkirin :Koma Jîyan a Welat
11- 02- 1997

